Şaredariya Bajarê Mezin li Pêşangeha Pirtûkan bajêr dide nasîn

  • 14:21 21 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi standa xwe ya ku li 9’emîn Pêşangeha Pirtûkan vekiriye, mêvanan pêşwazî dike û danasîna bajêr dike.
 
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, li 9’emîn Pêşangeha Pirtûkan a ku ji aliyê TUYAP û Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê ve tê lidarxistin, stand vekir û cihê xwe li pêşangehê girt. Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin ên derbarê dîrok, danasîn, gastronomî û wêjeya Kurdî ya bajêr de, ku hatine weşandin û di arşîva wê de ne, li standê ji bo pêşandanê hene. Ji mêvanên ku tên re çay-qehwe tê îkramkirin û bersivên pirsên wan ên derbarê bajêr de tên dayîn. Ji ekrana LED'ê dîmenên danasîna bajêr tên nîşandan û herwiha mêvanên ku serdana standê dikin, têne agahdarkirin; diyariyên wekî mifteh, şewqe û broşûrên curbecur tên belavkirin.
 
Veguhastina belaş
 
Ji bo welatiyên ku dixwazin herin pêşangehê, Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji Deriyê Çiyê û Şehîtlikê bi du wesayîtan veguhastina belaş a qada pêşangehê dabîn dike.
 
Konseya Bajêr aAmedê jî stand vekir
 
Konseya Bajêr a Amedê jî li pêşangehê stand vekir û derbarê xebatên ku encumen û meclisên hatine avakirin li bajêr dimeşînin de agahdarî da. Li standê, dîtin û pêşniyarên welatiyan ên ji bo bajêr jî tên girtin.
 
Pêşangeha Pirtûkan dê heta roja Yekşemê (26’ê Cotmehê) pêşwaziya mêvanan bike.