Di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de biryara agirbestê

  • 09:49 8 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Rêveberiya Xweser ragihand ku di hevdîtina li Şamê de 4 bendên sereke hatin nîqaşkirin.
 
Duh fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn li Şamê bi serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri û wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz Esed Şîbanî re civiyan.
 
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya danûstandinan li ser rûpela xwe ya fermî ya X’ê agahiyên li ser hevdîtina li Şamê ya bi nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re, aşkere kirin.
 
Şandeyê diyar kir ku di hevdîtinê de 4 bendên sereke hatin nîqaşkirin lê tu belgeyên fermî nehatin îmzekirin.
 
Şandeyê da zanîn ku wê bi devkî pêşniyara entegrasyona QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo avakirina artêşeke rêxistinkirî ji bo tevahî gelê Sûriyeyê, pêşkêş kiriye.
 
Her wiha şandeyê diyar kir ku wan li ser pêkanîna agirbesteke giştî û yekser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê û sererastkirina destûra Sûriyeyê li gorî nûnerkirina hemû pêkhateyan, li hev kiriye.