
Di nava mehekê de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatin qetilkirin
- 12:19 7 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha Îlonê de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatin qetilkirin û jinek jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest da.
Rojnews’ê daneyên li ser qetilkirina jinan a li Herêma Kurdistanê ya meha Îlonê parve kir.
Li gorî vê 5’ê Îlonê: Çavan Hesen li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin.
6’ê Îlonê: Li Helebçeyê, C.F.S. ya 54 salî û keça wê ya 18 salî E.E.E. di mala xwe de hatin gulebarankirin.
8’ê Îlonê: Li Kifrî jineke 21 salî di şerekî bi kêran de pêşî birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da.
25’ê Îlonê: Li Ranyayê, Ewîn Salih di salvegera zewaca xwe de bi guman şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Di 8 mehên bihurî de 21 jin li Herêma Kurdistanê hatin qetilkirin û 17 ji wan di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha, çar çalakvan û mamosteyên jin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî tundiyê hatin.
Di sala 2024’an de 39 jin hatin qetilkirin an jî neçar hatine hiştin ku xwe bikujin û heft jin bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabûn.