
Yekitiya Jinên Ciwan kampanyaya ‘Kom Bibe’ da destpêkirin
- 14:39 7 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuniyekê kampanyayê bi navê "Kom Bibe" ya ji bo Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk ragihand.
Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuniyekê dest bi kampanyaya bi navê "Kom Bibe" ya ji bo Pênvaga Aştî û Civaka Demokratîk li mala Rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûrê yê Kobanê ragihand. Daxuyanî ji aliyê berdevka yekitiyê Berîtan Roj ve hate xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di giştî herêm û cîhanê de bi hemû şêwazên tund û hovane berdewam dike. Li beranberî vê yekê têkoşîn û berxwedaniya jin, ciwan û gelan didome. Bê guman têkoşîna hêzên azadîxwaz û demokrasiyê ne bi roja me ya îro ve sînordar e. Îro jî yê ku temsîliyet û pêşengtiya van nirxên komînal dike Rêber Apo ye. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya 'demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinan' roleke dîrokî ji bo gelên bindest û jinên cîhanê dike. Ji 24'ê Cotmeha 2024'an heta niha wekî aktorekî sereke têkoşîneke bêhempa dide meşandin.
Rêber Apo ji 1999’an heta niha di bin îşkenceyeke dîrokî de jiyan dike. Ruxmê hemû tecrîd û polîtîkayên ku li ser tê meşandin tu carî dev ji têkoşînê berneda û her tim wekî sosyalîstekî jiyan kir. Paraznameyên xwe diyariya hemû gelan kir û niha jî bi lêhurbûneke 10 salan 'Manîfestoya Aşîtî û Civaka Demokratîk' ji mê re şand û pêvajoyeke nû da destpêkirin. Rehînetiya 27 salan nebû sedema binketinê, lê bi hemû zindîbûn û ciwanbûna xwe plansaziyên hêzên komploger vala derxist. Rêber Apo bangewaziya jin, ciwan û giştî mirovahiyê kir û me xist lêhurbûneke kûr.
Hêzên navdewletî di nav şerekî qirêj û berjewendîparêz de ne. Li ber çavê hemû mirovahiyê qetlîam tên kirin. Rêber Apo li hemberî van qetlîam û şerên ku tên meşandin, bi Manîfestoyê rê û rêbazên têkoşînê bi xetên zêrîn û pir eşkere diyar kir. Li hemberî êrîşên desthilatdar û dewletparêz, têkoşîna jiyana komînal wê me bibe serkeftinê. Bêguman pirsgirêk bi roja me ya îro, an bi çend salan ve sînordar nîne. Dîroka desthilatdariyê digihîje 30 hezar sal berê. Êrîşa yekemîn li hemberî jinê hat kirin û diziya nirxên civakê hat kirin. Komên destpêkê yên êrîşkar bi demê re pergala xwe ya dewlet ava kirin û bûn 'kujerên kastîk'. Tehlîleke giring ya ku Rêber Apo di manîfestoyê de kir ew bû ku 'Şerê di dîrokê de di navbera dewlet û komînê de ye.' Yanî dîrok; şerê zilamê kûjer û jina azad ya komînalîst e.
'Kujerên kastîk' di roja me ya îro de bi hemû hêza xwe ya heyî êrîşê Rêberê me û pîvanên çanda jina azad dike. Bi taybet Şoreşa Rojava ya ku di pêşengtiya jin de hatiye pêşxistin wekî xeteriyeke pir mezin tê dîtin. Ji ber ku ev şoreş, şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava çirûskek bû. Ev çirûsk her ku diçe ber bi cîhanê ve belav dibe. Bi serhildanên 'Jin Jiyan Azadî' bû bizot. Niha pêl bi pêl mezin dibe û desthilatdaran dişewitîne. Dîroka desthilatdarî ya ku jinê kole dike êdî nayê qebûlkirin û jin dîroka xwe ya veşartî ya berxwedaniyê dinivîsîne. Rêber Apo rastiya me jinan, bi me ve da nîşandan û me dît ku dîroka jinê bi têkoşîn û jiyaneke azad ve tijî ye.
Îro jî bi qasî ku em kom bibin û xwe rêxistin bikin, em dikarin ew qas dîrokê ber bi azadiyê ve biherikînin. Di name û peyamên xwe yên herî dawî de jî Rêber Apo slavên xwe yên germ ji bo me jinên ciwan şand û me weke pêşengê vê pêvajoyê diyar kir.
Em wek Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bersiva xwe ya li hemberî dîrokê û banga Rêber Apo didin û dixwazin berpirsiyatiya dîrokî ya pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' bi pêşengiya jinên ciwan rakin. Bi şiyara 'Bi hevaltiya komînal bi Rêbertî re bijîn!' ve, kampanyaya xwe ya 'Kom Bibe!' ya 4 mehan didin destpêkirin. Bi vê kampanyayê em dixwazin destpêkê rexnedayineke xurt ji bo rehînetiya Rêber Apo bidin û di heman demê de bibin bersiva pêvajoyê. Em weke jinên ciwan bi nasnameya pêşengtiyê bi vê kampanyayê dixwazin misyoneke dîrokî bigrin ser milên xwe.
Îro hem wek jeostratejîk û hem jî rola xwe ya di dîrokê de axa Sûriyeyê li gorî berjewendiya desthilatdaran tê parvekirin. Li ber çavê hemû dinyayê qatil Colanî ku tê zanîn ku bi xwe çete ye, wekî serokê Sûriyeyê hat erkdarkirin. Li Siweydayê û giştî xeta Sahîl ya Sûriyeyê qirkirineke hovane hat jiyîn. Doh jî êrîşên taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê kirin. Em dibêjin ku ne qatîlê Colanî, ne desthilatdarên din nikarin me bidin sekinandin. Em ê pêşengtiya parastina xwe û civaka xwe bikin.
Em bang li hemû jinên ciwan ên ku sînorên koletiyê de naxwazin bijîn û dixwazin xwedî jiyaneke azad û birûmet bin dikin. Bê guman jiyana herî birûmet jî jiyana komînal û rêxistinî ye. Rêxistinbûn parastina herî xurt ya civakê ye. Li ser vê esasî em dibêjin;
* Ji bo jiyaneke azad û birûmet Kom Bibe!
* Li hemberî desthilatdarî û koletiyê Kom Bibe!
* Ji bo jiyaneke komînal Kom Bibe!
* Li dijî talankirina xwezayê Kom Bibe!
* Li dijî tundiya li ser jin û zarokan Kom Bibe!
* Li hember çeteyan ji bo xweparastinê Kom Bibe!”