Jinên tevli meşê bûn nêrînên xwe anîn ziman

  • 09:05 7 Cotmeh 2025
  • Rojane
Gulistan Gulmuş-Pelşîn Çetinkaya
 
MÊRSÎN - Jinên ku di meşa bi şîara "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" de li her nuqteyê daxwazên xwe berz kirin, diyar kirin ku ew ji peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir kêfxweş bûne û gotin ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 1'ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" meşek da destpêkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Jin li Amed, Curnê Reş, Xelfetî, Birecûk, Edene, Mersîn û Sîncanê meşiyan. 250 jin li cihên ku lê bûn ji aliyê gel ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin, li wir atolye, şahî û daxuyanî li dar xistin. Di daxuyaniyan de peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî jî hatin xwendin. Jinên ji her temenî, ji 7 heta 70 salî, beşdarî meşê bûn û dirûşmeyên wekî "Mafê heviyê Mafê Gelan e", "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, Jiyan Azadî, azad bike rêbertî" berz kirin.
 
Îro, roja dawî ya meşê ye, dê saet di 10'ê sibehê de li Deriyê Çankaya ya Parka Parlamentoyê civîneke çapemeniyê were lidarxistin da ku daxwazên xwe ragihînin. Piştre, jin dê beşdarî civîna Koma Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bibin.
 
Jinên ku li her kolan û rêyê daxwaza "azadiyê" berz kirin, li ser meşê axivîn.