Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 10 jinên Behayî birî

  • 12:41 6 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê di cezakirina jinên Behayî ya bi armanca bêdengkirina civakê de berdewame. Di vê çarçoveyê de dadgeha Îranê li bajarê Esfehanê cezayê girtîgehê li 10 jinên Behayî birî.
 
Ajansa Îran İnternational têkildarî birîna cezayê girtîgehê li 10 jinên ji pêkhateya Behayî nûçeyek belav kir.
 
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku li bajarê Esfehan yê Îranê ji aliyê Şaxa 47’an a Dadgeha Îstinafê ve cezayê girtîgehê û pereyan li 10 jinên Behayî hat birîn. Hin ji jinên ku ceza lê hatine birîn navên wan wihane; Yegane Agahî, Yegane Ruhbexş, Arezû Subhanyan, Mujgan Şehrezayî, Şana Şuqî Fer, Neda Bedexş, Perstûw Hekîm û Negîn Xademî.
 
Hatiye diyarkirin ku her yek ji van jinan 10 sal cezayê girtîgehê, 100 milyon tûmen lê hatiye birîn. Her wiha her yek ji wan jî du sal qedexeya derketina dervey Îranê û du sal qedexeya karanîna medya dijîtal li wan hatiye birîn.
 
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku her 10 jinên Behayî bi tometa ‘propagandaya li dijî dewletê, tevlîbûna di çalakiyên perwerdehiyê yên ku li dijî prensîp û baweriya Îslamê ne’ hatine cezakirin.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye roja 23’yê Cotmeha 2023’yan ev 10 jinên Behayî li bajarê Esfehanê bêy fermana dadwer hatibûn binçavkirin. Piştû du mehan bi kefalet ji girtîgeha Dewlet Abad hatibûn berdan.