Tundiya li ser jinan her diçe giran dibe!

  • 09:02 13 Îlon 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Parêzer Sîdar Perçîn da zanîn ku tundî bi aliyên aborî, civakî polîtîk, çandî piralî ye û got bêcezahiştin jî gumanbaran bi hêz dike û got: “Ji bo ev zincîr bê şikandin divê polîtîkayên ewlehî- parastinê bên zêdekirin û hiqûq pêk bê.”
 
Tundiya li ser jinan her dieç zêde dibe û deshtilatdarî li şûna pêşî li vê bigire pêkanînên ku tundiyê zêde dike, dike jiyanê.  Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha tebaxê de 28 jin, 5 zarok hatine qetilkirin. Her wiha 25 jin û 7 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Sîdar Perçîn der barê mijarê de axivî.
 
‘Tundiya mêr tê rewakirin’
 
Sîdar Perçîn da zanîn ku qetilkirina jinan parçeyek tundiyê ya esasa xwe ji zayenda civakî digire ye û got: “Daraz mêrê makul esas digire. Gumanbar hêrsa xwe dike hincet û ceza tê xistin. Ev tundiyê rewa dike û jiyana jinan jî ji nedîtîve tê. Jinan davêjin plana duyemîn. Di pratîka darazê de ne gumanbar, jin tên lêpirsînkirin. Jiyana jinan tê lêpirsînikrin. Dîsa dibêjin hişê mêr ne li serî bû ji ber vê berdidin. Tundiya mêr tê normalkirin û jiyana jinan ji nedîtîve dibînin.”
 
Perwerdehiya zayenda civakî
 
Sîdar Perçîn di berdewamiyê de daxuyakirin ku parastina cewherî, berxwedana jinan a li dijî tundiyê jî nayê qebûlkirin û wiha domand: “Daxwaza destberdanê ya jinan, daxwaza tevlibûna jiyana kar a jinan jî wek tehrîka bêmaf tê dîtin. Bi her awayî mêr tên paratin û ceza tên daxistin. Ev jî pêşî li cînayetan vedike. Daxuyaniyên diyanetê yên li esr jinan. Dîsa di pirsgirêkên malbatî de navbeynkariyê dikin. Perwerdehiya zayenda civakî nayê dayîn. Ev ferza Peymana Stenbolê bû lê piştî peyman hat kişandin ev jî rawestiya.”
 
Bandora piralî ya tundiyê
 
Sîdar Perçîn diyar kir ku tundiya li ser jinan ne tenê li ser jinan li ser zarokan û hemû civakê jî bandor dike û wiha dirêjî dayê: “Zarokên dibin şahidên tundiyê bi awayekî neyînî bandor dibin. Ev jî tundiyê zêde dike û rewa dike. Bi kurtasî çareseriya vê rewşê tenê ji qadekê nabe. Sedemên hiqûqî, aboarî, çapemenî û gelekên din hene. Divê di vî alî de xwendineke baş bêkirin û li her qadê gavê bi biryar bên avêtin. Ji bo wekheviya zayenda civakî divê perwerdehî bên dayîn. bo ev zincîr bê şikandin divê polîtîkayên ewlehî- parastinê bên zêdekirin û hiqûq pêk bê.”
 
Zimanê çapemeniyê
 
Sîdar Perçîn destnîşan kir ku tundî bi riya hiqûqê dikare bê çaresrekirin û wiha got: “Divê cezayên giran bên dayîn. Divê reformên darazê pêk bên. Divê ceza neyên daxistin. Li dijî vê zincîrê divê jin ji tundiyê bên parastin û li alî gumanbaran cih neyê girtin. Divê  zimanê xwe biguherîne û nûçegîhaniyeke ku gumanbaran diparêze esas negire. Ligel vê divê jin bi mekanîzmayan bawer bikin.  Divê dewlet astên tehdîd, şopandin û plankirinê bişopîne. Divê em hemû bikevin bin ewlehiya qanûnî.”