
Şandeya jinan bi heyeta Fransî re hat ba hev
- 10:41 13 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinan ku ji bo hişyarkirina li ser rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xurtkirina têkiliya navneteweyî çû Ewropayê, li Parîsê bi partiyên siyasî, endaman parlemento û rojnamevanên serbixwe re rêze civîn li dar xist.
Şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gera xwe ya Ewropayê didomîne, li gelek paytextên Ewropayê civînên siyasî û medyayî li dar dixe. Armanca şandeyê ew e ku dengê jinên herêmê bilind bike û di ronahiya pêşketinên heyî de pirsgirêkên ku herêm pê re rû bi rû ye, ronî bike.
11’ê Îlonê, şandeyê jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêze hevdîtin bi çend partiyên siyasî yên li Fransayê re lidar xist. Di nav partiyên ku li ser wan nîqaş hat kirin de nûnerên Partiya Kesk, Partiya Komunîst û Partiya Sosyalîst û çend partiyên din jî hebûn. Gelek endamên parlementoya Fransayê jî beşdarî civînan bûn. Li ser pêşketinên siyasî û mirovî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîn hatin parvekirin.
Şande her wiha bi rojnamevanên serbixwe yên ku li ser mijara Sûriyeyê dinivîsin re civiya. Di van hevdîtinan de nîqaşên berfireh li ser pirsgirêkên ku herêm pê re rû bi rû ye, bi taybetî derbarê mafên jinan, aramiya siyasî û gefên ewlehiyê de, hatin kirin. Beşdaran eleqeya xwe ya kûr bi pêşketinên herêmî re nîşan dan û girîngiya piştgiriya hewildanên aştî û demokrasiyê tekez kirin.
Ev civîn beşek ji xebatên navneteweyî yên şandeya jinan in. Armanc ew e ku dengê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihîne civaka navneteweyî û hevgirtina bi têkoşîna wan re di nava aloziyên herêmê de xurt bikin.