Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon biçe Îmraliyê

  • 14:06 11 Îlon 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê, bi aktorê sereke yê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û li fikr û pêşniyarên wî guhdarî bike.”
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku taloqkirina çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk encamên giran bi xwe re tîne û got ku encama herî giran jî jiyana mirovan e. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku di heman demê de bi xwe re krîzeke aborî jî tîne û ev tişt anî ziman: “Şer, pariyê nanê her kesî biçûk dike û bandorê li jiyana gel dike. Divê budçeya serdema nû ne budçeya şer lê budçeya budçeya aştiyê be.”
  
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku hefteyek berê bi cîgirê hevserokên giştî yê ji hiqûqê berpirsyar û endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar re civînek kirine û got: “Di civînê de me li akademîsyenên hiqûqnas bi baldarî guhdarî kir. Pêşnûmeyên wan dê rê nîşanî me bidin. Em qîmetê didin gotinên her derdorê lê em dizanin ku komîsyon nikare li her kesî jî guhdar bike. Dibe ku nekare serî li nêrîna hemû derdoran bide. Di esasê xwe de me pêşniyara komîsyona jêr kiribû ku her kes bikare pêşniyarên xwe û fikrên xwe pê re parve bike. Lê di vê mijarê de tiştek neguherî.” 
  
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê û li nêrîn û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha domand: “Ev ne bendewariyek e; îfadeyeke şênber a daxwaza gelê me ya aştiyê ye û pêwîstiyeke pêvajoyê ye. Divê jiberkirin û sînorên hatine xêzkirin bên derbaskirin û gavên rast û bi wêrek bên avêtin. Ev hevdîtin dê pêvajoyê pêşve bibe. Ya herî girîng jî dê baweriya gel a bi pêvajoyê xurt bike û pêşiya wê veke. Çûna Îmraliyê û hevdîtina bi birêz Ocalan re, ji bo pêşketina pêvajoyê krîtîk e. Divê komîsyon bi wêrek be û ser siyasetê re li vê meseleyê re binêre.”
  
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku divê komîsyon jiberkirinên heyî xera bike û wiha pê de çû: “Banga birêz Bahçelî ya ‘Bila Ocalan were li Meclisê biaxive’ çiqasî girîng be, di vê pêvajoyê de çûna komîsyonê ya Îmraliyê û hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re jî ewqas girîng e û dê sûdewer be.” 
  
Herî dawî jî Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser operasyonên li dijî CHP’ê û got: “Tevahiya van operasyonan zirarê didin zemîna siyasî û pêvajoya heyî. Li cihekî qala aştiya navxweyî tê kirin de nayê qebûlkirin ku li dijî muxalefeta sereke operasyon bên kirin. Ev operasyon ne tenê li dijî CHP’ê ye. Hewldana bisînorkirina muxalefeta siyasî, muxalefeta demokratîk û dîzaykirina siyasetê ye.”