Bi hezaran kes ji bo statuya Kurdî meşiyan

  • 19:49 7 Îlon 2025
  • Rojane
STENBOL - Bi hezaran kes li Fatîhê meşiyan û daxwaza statuya Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin. Di meşê de, bi qîrîna "bê zaman jiyan nabe" bang li dewletê hat kirin ku gav bavêje.
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînên Kurdî û Dibistana Muzîkê ya Egîdî Cimo beriya sala nû ya akademîk, bi slogana "Em ji bo zimanê xwe yê dayikê dimeşin" meş û civîneke çapemeniyê li dar xistin û daxwaza statuya Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parlamenterên DEM Partiyê Çiçek Otlu û Omer Ocalan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelekên din beşdarî xwepêşandanê bûn.
 
Meşa girseyî ya bi dirûşmeyan
 
Meşa bi pêşengiya jinan ji ber taxa Fatîhê ya DEM Partiyê destpê kir, heta Parka Saraçhaneyê berdewam kir. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Statuyê kurdî perwerde yê bi kurdkî" hat vekirin û dirûşmên "Bi zimanê dayikê perwerde heq e", "Be ziman jiyan nabe" û "Zimanê Kurdî rûmeta me ye" hatin qîrîn.  Jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi coşeke mezin beşdarî meşê bûn.
 
Meclisa Ciwanên DEM Partî bi pankarta mezin "Dar li ser kokaxwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe" û Jinên Ciwan ên DEM Partiyê jî bi pankarta "Bi pêşengtiya jine zimanê kurdî wê azad bibe" meşiyan.
 
Piştre daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin. Versiyona bi Kurdî ji hêla Heno Ronak û ya bi Zazakî jî ji hêla Remziye Alparslan ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Çawa ku ji bo hemû gelan perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî yê neteweyî ye, ji bo gelê kurd jî ev maf mafekî xwezayî yê neteweyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e. Lewre astengkirina vî mafî rasterast nasnekirina nasnameya kurdan e. Di vê pêvajoya girîng de jî em dibînin ku astengiya herî mezin a li pêş aştiyê nasnekirina zimanê dayikê ye, misogernekirina nasnameya kurdan e. Me ev hişmendî li rûniştina komîsyonê di bêdengkirina dayîkên aştiyê de jî dît. Eger ev zihniyet neşikê, xwişk û biratiyeke li ser esasê wekhevî û dadmendiyê pêk nayê; em nikarin qala aştiyeke mayînde bikin. Ji bo aştiyê, divê serê pêşîn zimanê gelê kurd di zagonan de bê misogerkirin û pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin.
 
Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me ye!
 
8ê îlonê li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tunekirinê ye. Em naxwazin em êdî li dibistanan nasnameya xwe ji dest bidin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin û statuya kurdî bê misogerkirin. Rêyeke din nîn e!
 
Divê rayedarên dewletê samîmî bin û gavan biavêjin!
 
Nûman Kûrtûlmûş di axaftineke xwe de gotibû “tu daxwaz nehatine ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê”. Ev dereweke mezin e! Ev bi salan e ku em dibêjin em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Nabe ku qedexekirin û asîmîlasyona sed salan ji îro bi şûn de bi heman awayî berdewam bike. Ji bo aştiyê, serê pêşîn lazim e ku maf û hiqûqa gelê kurd bên naskirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî herî bingehîn ê mirovan e, lewma êdî bêyî nîqaş û paşxistin, lazim e ku ev maf were bicihanîn.
 
Perwerdeya bi kurdî siberoja zarokên me ye!
 
Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo îro ye, di esasê xwe de ji bo siberoja me ye. Em bi bîr dixin ku nasnekirina statuya kurdî û astengkirina perwerdeya bi kurdî astengiyên herî mezin in li pêşiya aştiyeke mayînde. Em dubare dibêjin ku em bi tu awayî siyaseta asîmîlekirin û helandinê qebûl nakin û doza mafên xwe yên kolektîf ên nasnameyî dikin. Heta ku ev bi cih neyên, em ê dest ji têkoşîna ji bo ziman û nasnameya xwe bernedin.
 
Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi kurdî û misogerkirina statuya kurdî bi dengekî berz bînin ziman.
 
Perwerdeya bi kurdî mafê me ye, ne mijara nîqaşê ye!
 
Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin!
 
Qedexekirina perwerdeya bi kurdî astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyê! “