
Li Şemzînanê şewita daristanê
- 22:01 7 Îlon 2025
- Ekolojî
COLEMÊRG – Li gundê Derya ya Şemzînanê saetên sibehê de li daristanê şewat derket û her çû mezin bû.
Li gund Derya ya Şemzînan a Colemêrgê di saetên sibehê de li daristanê şewat derket. Ekîbên îtfayê yên Midûriyeta Daristanê û ekîbên şaredariya Şemzînan û Geverê sewqê bûyerê hatin kirin.
Mudaxaleya li şewatê didome û hat hînbûn ku şewat gihiştiye qadên xwecih.