
Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13'yê Îlonê li Dortmundê ye
- 09:40 28 Tebax 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku bi veguheriye kevneşopiyekê, îsal 13'yê Îlonê tê lidarxistin. KCDK-E û TJK-E'yê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kirin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) têkildarî Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya 33'emîn daxuyaniyek hevpar weşandin.
Di daxuyaniya bi sernavê "Bi Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk em festîvala xwe pîroz bikin, çanda xwe biparêzin" hate weşandin, wiha hate gotin: "Di 13'yê Îlona 2025'an de, li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, em ê 33'yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî bi coş û ruhê têkoşînê lidar bixin. Ji çar aliyên Ewropayê, bi taybetî ji Elmanya, Bakurê Fransayê, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê, bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan wê di vê civîna bi wate de bên gel hev. Em ê îsal festîvala xwe bi biryardariya zindîkirina mîrateya dîrokî û çandî ya gelê Kurd, bilindkirina ruhê berxwedanê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dengekî bilind ragihandinê lidar bixin.
Gelê Kurd, li dijî qirkirina fîzîkî, çandî û dîrokî, bi bedelên mezin têkoşîna parastina nirxên neteweyî û çanda xwe daye. Ji Ehmedê Xanî heta Feqiyê Teyran, ji Mem û Zîn heta Leyla Qasim, ji Şêx Seîd û Seyid Riza heta Qazî Mihemed û berxwedana Kobanê, ev mîras wê di festîvalê de bi halayan, bi dîwanên dengbêjan û bi hêza çanda neteweyî dîsa zindî bibe. Vejîna jina Kurd, dînamîzma ciwanan û lêgerîna azadiyê ya gelan wê di vê festîvalê de bi ruhê aşitî û avakirina demokratîk a Rêber APO re yek bibe."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO, di têkoşîna jiyana azad a gelê Kurd de rêberiya konfederalîzma demokratîk û paradîgmaya ekolojîk û azadiya jinê destnîşan dike. Ev perspektîf, xeyala cîhanekê ku gel dikarin bi hev re, li ser bingeha wekhevî û azadiyê bijîn, xurt dike.
33'yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî, wê bibe platformek ku li dijî kolonyalîzmê û asîmîlasyonê yekîtî û hevgirtina neteweyî xurt dike; wê îradeya gelê Kurd a xwedîderketina li ziman, çand û hiqûqa xwe careke din li hemû cîhanê bilind bike."
Li ser bernameya festîvalê ev agahî hatin dayin:
"Bernameya dewlemend a festîvalê wê bi dengên dengbêjên ji çar parçeyên Kurdistanê dest pê bike û bi performansa hunermendên cuda dewam bike.
Kesayetiyên navdar, sendîkavan û siyasetmedarên ku ji Afrîka, Ewropa û Kanadayê di Înîsiyatîfa Azadiya ji bo Öcalan de cih digirin, wê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber APO bilind bikin.
Li qada festîvalê, pêşangehên ku tê de cilên kurdî, xebatên hunerî û çalakiyên ji bo zarokan, wê vê şahiya çandî rengîntir bike.
Hemû amadekariyên teknîkî temam bûne û ji gelek bajarên Ewropayê ji bo gelê me otobus hatine organîzekirin. Beşdar dikarin saetên çûyîna otobusan ji Navendên Civaka Kurd ên nêzîk hîn bibin. Ji bo ku festîval bi ewlekarî, bi tenduristî û li gorî armancên xwe bi ser bikeve, girîng e ku her kes bi hişmendiya berpirsyariyê tevbigerin.
Em hemû gelê xwe bi cilên neteweyî, şoreşger, demokrat û parêzvanên aştiyê jî bi ruhê berxwedanê vedixwînin 33'yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî, ku em bi şîara xwe li dar dixin."