'Serxwebûn ispata ku tu tiştek nikare bê înkarkirinê ye'

  • 09:07 6 Îlon 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Rojnameger Ozgur Serhat der barê salvegera rojnameya Serxwebûnê de axivî û got Serxwebûn yek ji bîra girîng a têkoşîna azadiya Kurd e û got: “Serxwebûn serpêhatiya berxwedana azadiyê ya gelê Kurd e.”
 
Rojnameya Serxwebûn ku 6’ê Îlona 1978’an de derket bi manşeta xwe damezrandina PKK’ê ya fermî bi cîhanê da bihistin û îro 47 salî ye. Serxwebûn seranserê jiyana weşana xwe de bû dengê gelê Kurd û wêneyê wê. Rojnameya ku du deman weşana xwe domand, piştî biryara bidawîkirina feshkirinê ya PKK’ê, di hejmmara 521’ê de cih da 12’yemîn kongreya PKK’ê û bi manşeta ‘destpêkek nû’ dawî li weşana xwe anî.
 
Rojnameger Ozgur Serhat di 47’emîn salvegera Rojnameya Serxwebûn de ji ajansa me re axivî.
 
‘Serxwebûn serpêhatiye berxwedana azadiya gelê Kurd e’
 
Ozgur Serhat der barê dema weşana destpêkê ya Serxwebûnê û şertên demê de axivî û da zanîn ku wê demê tevî zext û zilmê weşana Serxwebûnê wêrekiyek mezin bû. Ozgur Serhat wiha vegot: “Dema nû derket riya şoreşa Kurdistanê dinivîse. Piştre bi astengiyan re tê rû hev. Piştî darbeya 12’yê Îlona 1980’an parastinên hevalên girtî dinivîse. Ev girînge. Serxwebûnê bi baldarî û hewldanek mezin xebatên xwe meşand. Ji ber ku wê demê zextên mezin hebûn. Serxwebûnê ev parastin çap kirin. Piştre ji ber zextên mezin xebatan li derveyê welat didomîne. Mînak biryardayîna vê mijarê gelek girîng e. Yanî li wir ev hebû. Biryara berdewamkirinê. Hewldanek mezin hebû. Li derveyê welat di 82’yan de destpê dike û 44 salan bê navber xebatan didomîne. Serxwebûn serpêhatiye berxwedana pêvfajoya azadiya gelê Kurd e.”
 
‘Navê Serxwebûnê fikrek şoreşger bû’
 
Ozgur Serhat di berdewamiyê de armanca derketina Serxwebûnê û naveroka wê vegot û wiha pê de çû: “Serxwebûn li dijî çapemeniya alîgir û dij propagandayên çapemeniya desthilatdariyê gelek girîng e. Serxwebûn xwediyê berxwedana Kurdane, serpêhatiye Kurdan e. Serxwebûnê rihek afirand, rihekî serbixwe afirand. Ji ber pergala binpêker rihê civaka me nikaribû tune bike. Di vir de Serxwebûnê di afirandina hişmendiya Kurdan de rolek girîng lîstiye.  Ez vê gotinê girîng dibînim. Navê Serxwebûnê gelek bi nirx e. Navê Serxwebûnê fikrek şoreşgere, sîmgeya têkoşîneke mezin e.”
 
‘Di alî çapemeniya azad de mîrateya herî mezin ev bîr e’
 
Ozgur Serhat di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji 1982’yan het aniha Serxwebûn li Ewropayê tevî dîasporayê hatiye çapekirin û gelê Kurd xwedî lê derketiye. Ozgur Serhat nirxandina xwe wiha domand: “Di şertên wan rojan de li Ewropayê tê çapekirin lê dişînin Tirkiye, Kurdistan, Rojava. Xwendina Serxwebûnê hem di alî welatparêzî hem jî ji bo polîtîkayên înka û îmhayê bên fêmkirin gelek girîng bû. Yanî Serxwebûn di vî alî de yekitiya Kurdan, têkoşînê pêk tîne. Ji bo berxwedana gelê Kurd pêk bê bîrek afirand. Belkî jî di alî çapemeniya azad de mîrateya herî mezin ev bîr e.”
 
‘Serxwebûn ispata ku tu tişt nayê înkarkirinê ye’
 
Ozgur Serhat da zanîn ku Serxwebûn di alî ispata têkoşîna 50 salî ya gelê Kurd de xwedî rol û girîngiyek mezine û wiha dirêjî dayê: “Berxwedan û guherîna gelê Kurd heye. Ji ber Serxwebûnê şahidiya van kiriye. Gelê Kurd di têkoşîna 50 salî de guherînek mezin jiya. Guherînek mezin a zîhnî û civakî afirand. Di nêzîkariya li hember ax, av û ekolojiyê de guherîn jiya. Di alî fêrkirina dîroka xwe de guherîn jiya. Yanî bi giştî Serxwebûn bîra van hemûyane. Di vî alî de ev belge ispata ku tu tiştek nikare bê înkarkirinê ye.  Bi saya vê Serxwebûnê ev hemû dîtine û nivîsîne. Bi vî awayî di dîrokê de cihê xwe girtiye. Di hejmara xwe ya 521’ê de manşet jî wisa nivîsî: “Di mirovahiyê de israr di sosyalîzmê de israr e.” Li gorî min ev gelek girîng e. Mîrateyek bi bandor ji çapeeniya azad re hiştiye.”
 
‘6’ê îlonê di alî çapemeniya azad de gelek wateyan îfade dike’
 
Ozgur Serhat di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di alî pêkhatina mafên çand, ziman û nasnameya Kurdan de  ez 6’ê îlonê gelek girîng dibînim. Çawa ku Serxwebûnê wêrekî nîşand a û rola esas lîst, divê çapemeniya Azad jî rola xwe bilîze. Di alî çapemeniya azad de 6’ê îlonê gelek watedare.”