
Tora li dijî tundiyê daket qadan
- 11:24 6 Îlon 2025
- Rojane
WAN - Tora li dijî Tundiyê ku li Wanê derket qadan, got, "Her çend polîtîkayên kuştina jinan zêde bibin jî, em ê li dijî wan têkoşînek xurt bidin."
Tora li Dijî Tundiyê serdana zarokên Edibe Ozel kir ku di 17'ê Tebaxê de li taxa Zirkevk a Elbakê ya Wanê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Neslihan Şedal, Hevşaredara Elbakê Şengul Polat, endamên meclîsa jinan a şaredariyê, Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (IHAMED), Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê û psîkolog Gulşen Canan beşdarî serdanê bûn.
Piştî hevdîtinên bi endamên malbatê re, hevserok û nûnerên Tora li dijî tundiyê beşdarî civîna dawîn a Meclîsa Şaredariya Elbakê bûn.
Girîngiya hevgirtin û têkoşînê
Hevşaredara Elbakê Şengul Polat,ku di civînê de axivî, girîngiya hevgirtinê di têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan de destnîşan kir.
'Em li vir in ku li dijî polîtîkayên kuştina jinan têbikoşin'
Neslihan Şedal, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê, dû re axivî û got: "Elbak ji bo me hem ji hêla dîrokî û hem jî ji hêla çandî ve cihekî pir kevnar e. Ew cihek e ku çanda hevgirtinê her gav lê hatiye hîskirin. Lêbelê, ew di heman demê de cihek e ku hikûmet, bi pratîkên xwe yên wekî kûrkirina xizaniyê, berfirehkirina polîtîkayên kuştina jinan û ferzkirina polîtîkayên koçberiyê, hewl dide ku raya giştî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bihêle. Ya herî girîng, ew ku bajarek e ku di du serdemên borî de îradeya gel lê hatiye desteserkirine. Ji ber vê yekê, em bi zelalî dibînin ku pirsgirêkên civakî yên li vir kûrtir dibin. Sedema sereke ya ku em îro li vir in ev e ku em li dijî polîtîkayên kuştina jin helwestek tund bigirin."
Kampanya dê heta 25'ê Mijdarê berdewam bikin
Meryema Aslan ji Komeleya Jinan a STAR' jî bal kişand ser zêdebûna tundûtûjiya li dijî jinan li Wanê û got: "Me Tora Li Dijî Tundiyê li Wanê ava kiriye da ku li dijî vê tundiya zêde dibe têkoşînê bidin û dest bi xebata li qadan kiriye. Em ê heta 25'ê Mijdarê bi kampanyayan hewlên xwe zêde bikin. Her çend ne gengaz be ku tundî bi tevahî were rawestandin jî, em bawer dikin ku bi kampanyayên ku me dest pê kirine û tora hevgirtinê ya ku me ava kiriye dikare were kêmkirin."
Piştî axaftinan, serdana Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a şaredariyê hat kirin.
Serdan bi danûstandina ramanan li ser hewldanên hevbeş ji bo çareserkirina tundiya zêde ya li navçeyê bi dawî bû.