Şandeyek jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê ye

  • 11:20 6 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek jinên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihişt Ewropayê û dê hevdîtinan bi rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqî û parlamenteran re bike.
 
Şandeyek jinên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihişt welatên Ewropayê. Şande dê bi rêxistinên jinan, hiqûqî û parlamenterên Ewropî re hevdîtinê bikin û beşdarî panel û çalakiyên çandî bibe.
 
Şande ji endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û berdevka Yekitiya Jinên Suryan Jorjet Bersum pêk tê.
 
Şande dê li li Swîsre, Almanya, Fransa û Belçîkayê hevdîtinan pêk bîne û beşdarî konferans, panel û çalakiyên çandî bibe. Di çarçoveya pêşxistina tevkariyê û pevguhertina ezmûnan der barê dozên hevbeş de jî dê bi parlamenterên Belçîka û Swîsreyê hevdîtinan bike.
 
Li gorî endamên şandeyê, serdan dê mehekê dewam bike, rewşa Sûriyeyê, modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pirsgirêkên jinan û ezmûnên wan di nava aloziyê de wê rojevên hevdîtinan bin. Rêbazê herî guncaw ê rêveberiyê li Sûriyeyê û dosyaya koçberan jî wê di hevdîtinan de werin nîqaşkirin.