
Ciwan dest bi nobetê dikin: Em ê şerê taybet bi dawî bikin
- 09:02 6 Îlon 2025
- Rojane
Memihan Zeydan
WAN - Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Dîlan Can diyar kir ku wê li dijî polîtîkayên şer ên li Kurdistanê kampanyaya kon û nobetên şevê bidin destpêkirin û wiha vegot: “12 hevalên me ji ber der barê hişbir û fuhuşê de belavok belav kirin û têkoşîn dan hatin binçavkirin. Lê ciwan li her derê têkoşînê dimeşînin. Em ê bi berxwedanê şerê taybet bi dawî bikin.”
Bi salan e li Kurdistanê polîtîkayen şerê taybet tên meşandin û ciwan hedef tên girtin. Bi politîkayên fuhuş, hişbir û asîmîlasyonê ciwan ji rê tên derxistin û bê nasname tên hiştin. Yek ji bajarên ku bi taybet ciwan hedef tên girtin Wan e. Li Wanê emniyet hewl dide ciwanan bikin sîxur û ciwan bi berxwedanê bersivê dide van polîtîkayan.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokraisyê ya Gelan ( DEM Partî) ya Wanê li dijî van polîtîkayan xebat û kampanyayan didomînin. Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Dîlan Can der barê mijarê de axivî û xebatên xwe nirxand.
‘Hişbir û fuhuşê nabînin’
Dîlan Can daxuyakirin ku li bajarên Kurdan li hember ciwanan polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û got: “Li her derê hişbir tê firotin û destûrê didin vê. Dewlet çavên xwe digire. Li her derê Kurdistanê fuhuş, hişbir û sîxurî zêde bûye. Ligel vê li ser çapemeniya civakî jî polîtîkayên şer tên meşandin.”
‘Divê serokatiya me azad be’
Dîlan Can balkişand ser berxwedana li dijî qeyûman û ev tişt vegot: “Li Wanê li ber çavê dewletê rêxistibûnek pir xurt derket holê. Piştî vê dewletê berê xwe da Wanê. Hişbir û fuhuş zêde bû. Heta temenê 6-7’an ketiye. 1’ê îlonê de polîsan hewl da meşa aştiyê asteng bikin. Ev polîtîka şerê taybet e. Em azadiya serokatiya xwe dixawzin. Armanca sîxuriyê têkbirina nasnameyê ye. Bi van polîtîkayan dixwazin civakê ji nasnameyê qut bikin. Polîtîkayên şerê taybet bi awayekî dijwar didome. Sîxurî tê ferzkirin. Yên qebûl nakin jî tehdîd dikin. Ji ber vê jî divê ciwan teslîm nebin û her ciwan, jinên ciwan li berxwe bidin.”
‘Ciwan di hişmendiya vê de ne’
Dîlan Can wiha dirêjî dayê: “Ciwan di mijara şerê psîkolojîk de xwedî hişmendiyekê ne. Hewl didin ciwanan bitirsînin. Bi tirsê hewl didin biçewisînin. Lê em li dijî van polîtîkayan li her qadê çalakî û xebatên xwe dimeşînin û rêxistibûna xwe diparêzin. Dixawzin gelê bê hişmendî biafirînin. Lê civak di her mijarê de dibin yek û li berxwe didin. Armanca polîtîkayên şer ev e ku gel ji rê derbixin. Lê divê em di xeta têkoşînê de xwe rêxistin bikin. Divê em ji bo azadya fîzîkî ya Rêberê xwe têkoşînê bimeşînin.”
‘Em ê dest bi nobetan bikin’
Dîlan Can di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wek meclîsa ciwanan wê kampanyaya nobetê bidin destpêkirin û wiha vegot: “Em bernameyan li taxan pêk tînin. Em belavokan belav dikin. Hevalên me li dijî hişbir û fuhuşê li her taxê belavok belav kirin. Ji ber vê 12 hevalên me hatin binçavkirin. Em li dijî vê divê têkoşîna xwe bidomînin. Divê jin di vê têkoşînê de pêşengiyê bikin. Em hemû ciwanan û jinên ciwan vedixwînin têkoşînê.”