Li Mexmûrê 7'emîn Konferansa Komîteya Perwerdê ya Xweser

  • 12:00 27 Tebax 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li avahiya Mala Gel a Wargeha Mexmûr di 25’ê Tebaxê de bi dirûşma "Bi jina perwerdekirî re ber bi jina komînal ve" û tevlîbûna 90 delegeyan, 7'emîn Konferansa Komîteya Perwerdê ya Xweser hat lidarxistin.
 
Di 25-26’ê Tebaxê de li avahiya Mala Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dirûşma "Bi jina perwerdekirî re ber bi jina komînal ve" û tevlîbûna 90 delegeyan, 7'emîn Konferansa Komîteya Perwerdeya Xweser hat lidarxistin. Konferans du rojan berdewam kir. Salona ku konferans lê pêkhatî, bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên jin, her wiha nivîsên weke "Bi jina perwerdekirî re ber bi jina komînal ve", "Perwerde bingehê Civaka Aştî û Demokrasiyê ye", "Perwerdeya zarokan ne karê dewlet û îktîdarê ye, karê herî girîng yê civakê ye" hatibû xemilandin.
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Konferasn bi xwendina rapora du salan, rewşa siyasî û nirxandinên kar û xebatan dewam kir.
 
Her wiha di konferansê de rêvebirname û pêşnûmebiryar hat xwendin. Bi wê ve girêdayî desteya disiplînê hat hilbijartin.
 
Axaftina girtinê ji aliyê Hevberdevka Komîteya Perwerdê Hêlîn Kara ve hat kirin.
 
Hêlîn Kara di despêka axaftinên xwe de diyar kir ku ew 7'emîn Konferansa Komîteya Perwerdê di kesayeta Şehîd Têkoşîn Dilgeş de diyarî hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dikin û wiha got: “Wek tê zanîn Şehîd Têkoşîn Dilgeş di xebatên perwerdeyên xweser de kedek pir mezin daye û em li beramberî wê minetdariya xwe destnîşan dikin. Ev du rojin axaftin li ser pirsgirêkên ku di perwerdeyê de bi taybet di aliyê jin de hatine kirin. Gelek nêrîn û pêşniyar hatin kirin, her wiha gelek kesan bi şîroveyên xwe xwest pirsgirêkên heyî bi rêbazên cûda bêne çareserkirin. 
 
Bê gûman evane wê ji bo konferasa giştî ya ku were bibe bingehek ku em bikaribin hîn hêsantir nêrînên xwe bînin ziman. Dema mirov temaşe dike ev konferans li gorî yên berê astek ya xwe derketiye holê. Ev jî bi perspektîf û raporên ku hatine dayîn, mirov dikare bêje ji bo dema pêş perspektîfa nû û xebatên ku ji bo wê werin meşandin, wê di kîjan astê de û ji bo çi were meşandin, bê gûman ronahiyek avakiriye. 
 
Ji bo wê dibe ku di gelek aliyan de kêmanî hebin, tevî hemû nebûn û nebesiyên heyî hêvî û baweriya ku ji perwerdeya vê wargehê tê dîtin ku ev hêz û enrejiya îro heyî wê di demên pêwîst de, wê li cihên cûda bibe pêşerojek pir mezin û wê bikaribe pêşengtiyek mezin bike. Ji bo wê keda ku bi taybet di nava du salan de hatî dayîn, em destxweşiya hemû mamosteyên jin dikin û em serkeftinê ji hemû hevalan re dixwazin.”
 
Konerans bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.