Hanim Yidirim: Wekhevî bi zimanê dayikê dest pê dike

  • 09:04 23 Tebax 2025
  • Çand û Huner
 
AGIRÎ - Nivîskar û helbestkara Kurd Hanim Yildirım diyar kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet divê berî her tiştî wekhevî pêk were û got, "Wekhevî bi zimanê dayikê dest pê dike. Ziman jiyan e. Qedexekirina zimanekî qedexekirina jiyanê ye. Yên ku îdîa dikin ku ala aştiyê hildigirin, ji aliyekî ve jî aliyê ve jî zilm û zordariya xwe didomînin."
 
Piştî "Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de, li Tirkiye û Kurdistanê pêşketinên girîng çêbûn. Hewldanên veguheztina pevçûna 50 salî ji bo platformek demokratîk ji aliyê civakê ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Civak ji dewletê hêvî dike ku gavên berbiçav ber bi çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd ve bavêje.
 
Nivîskar û helbestvana Kurd Hanim Yildirim li ser pêvajoyê nirxandin kir.
 
Di girtîgehê de bi zimanê xwe yê dayikê bû nivîskar
 
Hanim Yildirim ku di sala 2015'an de wek Hevseroka Bajarê Agirî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî siyasetê bû, di Adara 2016'an de hate girtin. Hanim Yildirim, ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, diyar kir ku di dema girtîgehê de wê bal kişandiye ser xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe yê zikmakî. Hanim Yildirim, ku destnîşan kir ew heta pola pêncan çûye dibistanê, zexta ku di perwerdehiyê de pê re rû bi rû maye rave kir û got, "Dema ku zarokek li Kurdistanê diçe dibistanê, yekem tiştê ku ew kontrol dikin ev e ku gelo di navbera diranên wan de peyvên Kurdî hene an na. Zarokên me bi zilm û înkarê mezin dibin."
 
Zindan vegot
 
Hanim Yildirim ku li Gîrtîgeha Jinan a Sîncanê maye got ku wê tevahiya cezayê xwe yê ji ber şewitandina înfazê lê hatiye birîn hemû razaye û got, "Zindan cihek e ku mirov neçar dike ku bi tenê bijî, bifetisîne û wêran bike," Hanim Yildirim wiha berdewam ki, "Lê girtîgehên ku rêxistin û têkoşîn lê hebûn ji bo me ji zindanan wêdetir bûn. Zindan êdî dibû qadeke jiyanê ya cuda. ??Dibû qadeke hilerînê.Rojên me bi xwsendin û nivîsandinê û bi hilberînê derbas dibûn."
 
Helbestên bi mijara jin û berxwedan
 
Hanim Yildirim ku diyar kir kwê berî ku bikeve girtîgehê jî ji xwendinê hez dikir, got, "Lê piştî ku ez çûm girtîgehê, derfetên min ên xwendin û nivîsandinê bêtir bûn. Bi demê re, bi teşwîqkirina hevalên xwe, min dest bi nivîsandinê kir. Pêşî, min çîrok li ser gundê xwe û cîhana xwezayî nivîsand. Piştre, min dest bi nivîsandina çîrokên ku ez bi wan mezin bûm kir. Bi demê re, bala min çû ser helbestan. Min pirtûkek helbestan bi navê 'Rêwiyên azadîyê' weşand. Ev pirtûk bi giranî helbestên li ser jinan û berxwedanê di nav xwe de dihewîne." 
 
'Kesên îdadikin ala aştiyê hildiigirin zextên xwe didomînin'
 
Hanim Yildirim destnîşan kir ku pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye divê bi gavên berbiçav ên ku ji hêla dewletê ve bên avêtin were pêşve xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Yek ji astengiyên herî mezin ên li vê herêma me qedexe û astengiyên li ser zimanê dayikê ne. Me berî bi demekê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir, lê em ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Ew bi her tiştî re - tabelayan, pankartan - wekî ku çalakiyek sûc be tevdigerin. Dema ku dor tê ser 'kurdî', nêzîkatiya wan pir cûda ye. Ji aliyekî ve, ew îdîa dikin ku ala aştiyê hildigirin, lê ji aliyê din ve, ew zolma xwe didomînin."
 
'Divê  Zimanê Kurdî bibe xwedî statû'
 
Xanim Yildirim tekez kir ku ji bo avakirina aştiyek bi rûmet divê pêşî wekhevî pêk were û got, "Ev wekhevî bi zimanê dayikê dest pê dike. Bi kurtasî, dema ku em diçin nexweşxaneyê, divê em bikaribin xwe bi zimanê xwe yê dayikê îfade bikin. An jî,dema ku em nikarin xwe bi zimanê xwe yê dayikê di tu saziyek fermî yên din de îfade bikin, ew tê wê wateyê ku wekhevî tê astengkirin. Ji bo vê yekê, divê pêşî astengî û qedexeyên li ser zimanê me hatine ferzkirin ji holê werin rakirin. Ji ber ku ziman jiyan e. Qedexekirina ziman qedexeyek li ser jiyanê ye. Ew hilweşandina jiyanê ye. Em Kurd, bi mîlyonan in. Yek ji daxwazên herî girîng ên gelê me ew e ku zimanê wan statuyek fermî bi dest bixe. Ger zimanê me statuyek fermî bi dest nexwe, wekhevî nikare were bidestxistin. Ji ber vê yekê, divê ev statu ji zimanê Kurdî re bê dayîn û bibe zimanê perwerdehiyê li dibistanan."