Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd dijî cezayên darvekirinê bang kir

  • 11:53 27 Tebax 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê bi daxuyaniyekê biryara darvekirinê ya dewleta Îranê şermezar û bang li saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî van kiryarên faşîst ên li dijî mafên jinan bêdeng nemînin.
 
Di 16’ê Tebaxê de cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt ji aliyê Şaxa 39 a dadgeha bilind ya Îranê ve bi temamî hat erêkirin. Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê, roj bi roj zêde dibin.
 
Divê çarçoveyê de Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê bi daxuyaniyekê biyarê şermezarkir. Însiyatîfê ragihand ku Şerîfe Mihemed li hemberî dijminê jinan û hêzên faşîst sembola têkoşîn û azadiyê ye, lewma cezayê darvekirinê şermezar kir û diyar kir ku wê van kiryaran ti carî qebûl nekin.
 
Înîsiyatîfê her wiha li ber cezayê darvekirinê rabû ku li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn û bang li dewleta Îranê kir ku van biryaran betal bike.
 
Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bang li saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî van kiryarên faşîst ên li dijî mafên jinan bêdeng nemînin.