'Em ji bo nifşên pêşerojê aştiyê dixwazin'

  • 09:02 27 Tebax 2025
  • Rojane
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Pinar Yilmaz, 31 sal in ji bo bavê xwe Necmî Çaçan ê ku di encama îşkenceya giran jiyana xwe ji dest da têkoşîna darizandina kujeran dide û bal kişand ser pêvajoyê û got: "Muxatabê sereke yê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Em baweriya xwe pê tînin."
 
Piştî "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de 12'yemîn Kongreya xwe li dar xist. Biryarên kongreyê, ku di 12'yê Gulanê de ji raya giştî re hatin ragihandin. Her ku nîqaşên derbarê pêvajoyê de berdewam dikin, hemû çav li ser gavên ku dewlet û hikûmet dê ji bo pêkanîna pêdiviyan bavêjin in.
 
Pinar Yilmaz, keça Necmî Çaçan, ku di 9'ê Kanûna  1993'yan de li gundê Duzce Alan a navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di encama îşkenceya giran de jiyana xwe ji dest da, 31 sal in ji bo edalet pêk bê têdikoşe. Pinar Yilmaz, derbarê geşedanên siyasî de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
 
Pinar Yilmaz diyar kir ku 50 sal in têkoşîneke mezin tê dayîn û di vê rêyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û got: "Pêvajoyek heye ku bi banga Birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Her çend em hemî êşeke mezin hîs dikin jî, erkê me ye ku em piştgiriyê bidin vê têkoşîna ku ji hêla Rêberê Kurd ve hatiye destpêkirin. Em hemî baş dizanin ku ji vê gavê û pê ve şer dê tu qezencê nede."
 
'Ji bo nifşên pêşerojê aştî'
 
Pinar Yilmaz diyar kir ku xizmên windayan, ji Stenbolê heta Colemêrgê, bi salan e ji bo aqûbeta hezkiriyên xwe têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Baweriya me bi pêvajoya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin e. Ji ber ku Birêz Ocalan ji salên 1990'î vir ve hewldanan dike. Birêz Ocalan her gav destê xwe ji bo aştiyê dirêj kiriye, gotiye ku şer qezenc nake. Herî dawî di sala 2014'an de, pêvajoyek danûstandinê dîsa dest pê kir. Piştre, pêvajoya aştiyê careke din rawestiya."
 
Pinar Yilmaz diyar kir ku pêvajoya ku hatiye destpêkirin bi awayekî yekalî tê meşandin û dewlet bi awayekî samîmî nêzîkî wê nabe û wiha bi lêv kir: "Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Divê di serî de ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin. Girtiyên ku divê bên berdan nayê berdan. Li Colemêrgê zarok hîn jî ji hêla hêzên ewlehiyê ve îşkence dibînin. Li aqûbeta windayan nayê aşkerakirin. Em wek xizmên windahiyan, ji bo lihevhatinê amade ne. Me êşa xwe jiyaye û em dixwazin nifşên pêşerojê di aştiyê de mezin bibin."
 
'Baweriya me bi Ocalan heye'
 
Pinar Yilmaz diyar kir ku ew ê wekî xizmek windahiyan û kesek ku bi salan e li qadê têdikoşe, tişta ku ji destê wê tê dê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li hikûmetê dikim ku di zûtirîn dem de gavên biryardar bavêje. Bi taybetî komîsyon divê şefaf be. Ew dibêjin, 'Em samîmî ne', ji ber vê yekê divê ew gavên samîmî û cidî bavêjin. Baweriya me bi Ocalan e. Ez bawer dikim ji ber ku ew kesê ku vê pêvajoyê dimeşîne û yê ku em pê re diaxivin e. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de muxatabê sereke ye. Em baweriya xwe pê tînin û tenê daxwaza me ew e ku aştî di zûtirîn dem de pêk were."