Atolyeyên ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ didomin
- 21:11 13 Tebax 2025
- Rojane
ÎDIR - Meclîsa Jinan a DBP’ê, li taxa Emek a Îdirê bi jinan re hat gel hev û atolyeya ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ pêk anî.
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li taxa Emek a Îdirê bi jinan re hat gel hev û atolyeya ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ pêk anî. Cigira hevserokatiya berpirsa ji rêxistibûnê ya DBP’ê Narîn Gezgor, endama meclîsa DBP’ê Zeynep Kaya û hevseroka DBP’a Îdirê Kezban Karasu û hevşaredara Îdirê Nejla Kum tevli bûn.
Narîn Gezgor di atolyeyê de axivî û da zanîn ku ew çend mehin xebatan dimeşînin û li vir jî atolye pêk anîne û got: “Armanca me eve ku em bi jinan re bên gel hev û biaxivin. Jin nikarin biryarên der barê xwe de bidin. Rêberê Gelê Kurd îdeolojiya ji bo destkeftiyên jinan danî holê. Zîhniyeta serdet ya mêr jin kir kole. Jin hespsê malê kir.”
Piştî axaftinan xalên îdeolojiya rizgariya jinê hatin nîqaşkirin.
Atolye bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.