Li Mêrdînê piştevanî û têkoşîna li dijî tundiyê hat axaftin

  • 20:35 30 Nîsan 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jin di hevdîtina ku GABB’ê pêk anî de hatin gel hev û tundî û  têkoşîn ali dijî wê ha tnîqaşkirin û balkişandin ser girîngiya têkoşînê.
 
Komîsyonên jinan yên şaredariyên endamên Yekitiya Şaredariya Başurêrojhilatê Anatolyayê (GABB) bi komîsyonên jinan yên saziya civaka sivîl û komeleyên jinan re li navçeya Artuklu ya Mêrînê  hatin gel hev. Hevdîtina bi sernavê ‘gotina me neqedya:Em ê bi hev re tundiyê bidin rawestandin’ li Mêrdîna Dîrokî pêk hat.
 
Ligel hevşaredaran, gelek nûnerên jinan yên rêxistinên civaka sivîl jî tevli bûn.  Der barê xebatên jinan yên şaredariyê de sînevîzyonek hat nîşandan û fikr û nêrînên jinan hatin girtin.  
 
Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînê şûna wan hat kirin axivî û balkişand ser têkoşîna jinanû xebatên tên kirin. Neslîhan Şedal balkişand ser girîngiya piştevaniyê û got ji bo têkoşîn biserkeve divê piştevanî hebe.
 
Piştî axaftinan jin li cihên dîrokî geriyan û bername domand.