Ji bo mîtînga 1'ê Gulanê li Amedê belavok hatin belavkirin

  • 14:38 29 Nîsan 2025
  • Ked/Aborî
 
AMED - Beriya pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ku dê li Qada Îstasyonê ya li Amedê were lidarxistin, belavok hate belavkirin.
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), DÎSK-ÎŞ û Rêxistina Bajêr a Amed a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo mîtînga ku dê di 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de were lidarxistin, belavok belav kirin. Ji bo mîtînga ku dê saet di 12:00'an de li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê were lidarxistin, bang li raya giştî hat kirin. Girse li ber AZC Plaza ya li navçeya Ofîsê kom bû û pêşî li vir derbarê kesên ku îro danê sibê li Stenbolê beriya 1'ê Gulanê di serdegirtinên malan de hatine binçavkirin, daxuyaniyek çapemeniyê da.
 
Berteka li hember binçavkirinan
 
Hevseroka bajêr DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer li vir axivî û diyar kir ku 1'ê Gulanê Roja Karkeran girîng e û jin, ciwan û her kes vexwend mîtînga ku dê di 1'ê Gulanê de li Qada Îstasyonê were lidarxistin. Gulşen Ozer bertek nîşanî binçavkirina kesên li Stenbolê da û daxwaza serbestberdana wan kir.
 
 
Banga ji bo mîtîngê
 
Endama Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Beycan Taşkiran piştî axaftinê diyar kir ku gelê li Kurdistanê ji bo aştiyek bi rûmet têdikoşin û ew li Rojava ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd li hev civiyane, bi vî awayî girîngiya 1'ê Gulanê ji bo karker û kedkaran destnîşan kir.
 
Daxuyanî bi slogana "Bijî 1'ê Gulanê" bi dawî bû.
 
Piştre belavkirina belavokan dest pê kir. Li kolanên Amedê belavok hatin belavkirin.