
Serhildana keda nayê dîtin (4)
- 09:04 28 Nîsan 2025
- Dosya
Dîroka keda ji binpêkirinê ber bi berxwedanê ve çûye
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Asyayê keda jinê ne tenê binpêkirinê, dîroka berxwedan û têkoşîna azadiyê jî dinivîse. Jinên karker ên Hîndîstanê li qadên 1’ê Gulanê hewl didin keda wan a nayê dîtin bê dîtin.
1’ê Gulanê ne tenê rojeke ku daxwaza şert û mercên xebatên wekhev û mirovane tê kirinê ye; di heman demê de li dijî binpêkirin, patriyarka û keda jinê ya nayê dîtin têdikoşina tê meşandinê ye. Ev têkoşîn bi civakên welatên rojava sînor nema. Li Parzemîna Asyayê jî 1’ê Gulanê xwedî wateyên girîng û dîrokî ye.
Tevgerên kerkaran ên li Asyayê pêş ketin tenê bi lêgerîna mafê aborî sînor nema. Di zemînek xurt a serxwebûna neteweyî, azadiya civakî û wekheviya zayendî de bilind bû. Di dawiya sedsala 19’an û serê sedsala 20’î de welatên Asyayê yên di bin mêtîngeriya Ewropayê de ber bi sanayiyê ve çûn, ne tenê di têkiliyên hilberînê de di civakî de jî guherînên bi kok çêbûn.
Sanayiya vê pêvajoyê pêş ket ne tenê modernbûn û pêşketin bû. Fabrîka, maden û plantasyon û atolyeyên hatin avakirin di heman demê de pergaleke ku ked binpê dikir ava kir.
Jin di vê pergalê de ne tenê wek hêza erzan a kar, di her qadê de di plana duyemîn de man.
Li dijî mêtîngerî û baviksalarî têkoşîn
Li Asyayê ji bo jinan karkerî ne tenê li dijî polîtîkayên dewlet û karsazan, di heman demê de li dijî binpêkirin û pergala baviksalarî jî têkoşîn bû. Jinan hem têkoşîna çandî û hem jî ya aborî meşandin.
Ev têkoşîn îro jî didome. Li gorî daneyên 2024’an li herêma Asya-Pasîfîk, rêjeya tevlibûna jinan a hêza kar ji sedî 43,9 e û ya mêran jî ji sedî 73.6 e. Li Başûr û Başûrê Rojavayê Asyayê tevlibûna hêza kar a jinan ji sedî 25,6 e. Li gorî rapora ILO ya 2024’an ev rêje giranbûna newekheviya zayendî nîşan dide.
Jin di karên bê ewle, bê sendîka û heqdestê kêm de tên îstîhdamkirin. Di qadên wekê tekstîl, xurek, paqijî û xizmeta malê de dixebitin.
Ji Asyayê ber bi Hîndîstanê ve : Dilê berxwedana jinan
Li Bangladeşê karkerên tekstîlê, li Fîlîpînê jinên kedkar ên penaber, li Çînê jinên ciwan ên li ser platformên dîjîtal xwe rêxistin dikin. Jin li dijî keda ku nayên dîtin berxwedana kolektîf ava kirin.
Li Hîndîstanê jinan seranserê dîrokê di têkoşînên ku dan de cihekî girîng digirin. Jin di dema mêtîngeriya îngîlîzan de, di sektorên çandinî, tekstîl û xizmeta malê de hatin xebitandin. Normên baviksalarî jî rola jinan a di hilberîn û jiyana civakî de sînor kir.
Di dema piştî serxwebûnê de jî jin di pêvajoya kedê de hatin marjînalkirin. Ji salên 19990’î şûnde bi reformên neolîberal keda jinê bê ewle hat xistin û di karên bê ewle de hatin xebitandin.
Li gorî daneyên 2023’yan li Hîndîstanê tevlibûna jinan a hêza kar ji sedî 25,6 bû. Piranî jin di karên çandinî, xizmeta malê, tekstîl û paqijiyê de dixebitin.
Li aliyê din jî ji sedî 42,4’ê jinên ciwan ne di perwerdehiyê ne jî di îstîhdamê de cih digirin.
Anasuya Sarabhaî: Li Hîndîstanê pêşenga têkoşîna kedê
Li Hîndîstanê jina bi navê Anasuya Sabharî ji bo keda jinê bê dîtin têkoşînek mezin da. Di 1917’an de ku karkerên tekstîlê di bin şertên giran de dixebitî, Anasuya Sarabhaî nêzî 10 hezar jin anî gel hev û rêxistin kir. Vê berxwedanê di demek kurt de li welat deng da. Bi piştgiriya Mahatma Gandhî li Hîndîstanê sendîkaya karkeran a mezin Ahmedabad Textile Labour Association (Majoor Mahajan Sangh) hat avakirin.
Berdewamiya kevneşopiya berxwedanê
Têkoşîna ku Anasuya Sarabhaî da destpêkirin li seranserê Hîndîstanê di meşên 1’ê Gulanê de carek din zîndî bû. Di meşên li Mumbai, Delhi, Kolkata, Bangalore û bi taybet jî li Ahmedabad pêk hatin de jin bi daxwaz û hişmendiya polîtîk li qadan bûn. Di meşan de bê navber navê Anasuya Sarabhaî hat bibîranîn. Dengên li qadan bilind bûn ne tenê lîsteya daxwazan bû, gavek xurt a ji bo avakirina pêşeroja keda jinê bû.
Karkerên jin êdî ne tenê yên li berxwe didin e; kirdeyên ku guhertinê rêxistin dikin û têkoşînê dibin peşerojê ne. Her 1’ê Gulanê dîroka ku rûpelek nû tê nivîsînê ye.