‘Şerîfe dengekê azade ku nayê bêdengkirin’

  • 18:59 30 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Kampanya Piştgiriya ji Şerîfe Mihemedî re ragihand ku Roja Karkerên Cîhanê nîşana têkoşîna dîrokî ya karkerane û wiha hat gotin: “Şerîfe dengê hişyar yê wijdana civaka me ye, dengeke ku bi hukmê neheq nayê bêdengkirin.”
 
Kampanyaya Piştgiriya ji Şerîfe Mihemedî re, bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê peyamek weşand.
 
Peyama Kampanyaya Piştgiriya ji Şerîfe Mihemedî re wiha ye: “Roja Karkerên Cîhanê nîşana têkoşîna dîrokî ya karkerane ku jiyan û hêviyên xwe di sîstemeke ne adilane ya mûçeyan de bi bazar kiriye. Ev roj, sembola berxwedana li hemberî çewsandina çînayetî û hêviya rizgarkirina mirov ji çewsandinê ye.Her çend Roja Karkerên Cîhanê di qanûnên fermî de ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye pejirandin, lê di pratîkê de hewldanên karkeran ji bo damezrandina rêxistinên serbixwe û lidarxistina protestoyên sendîkayî her tim li rastî tepeserkirin, binçavkirin, girtin, cezayên giran yên edlî û zexta hêzên ewlekariyê hatine.”
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Karker her sal vê rojê bi awayên cuda bibîr tînin û tekez li ser daxwazên xwe yên rewa dikin. Şerîfe Mihemedî a çalakvana karker, yek ji wan kesane ku bi neheqî cezayê darvekirinê lê hatiye sepandin.Parastina ji Şerîfe Mihemedî, parastina rûmeta mirov û edaleta civakî ye. Şerîfe dengê hişyar yê wijdana civaka me ye, dengeke ku bi tometên nerast û hukmê neheq nayê bêdengkirin. Dîrokê nîşan daye ku têkoşîna ji bo azadî û edaletê bi girtin û tepeserkirinê bidawî nabe.”