Serdanên şandeya HDK, DEM Partî û DBPê li Hewlêrê bi dawî bû

  • 20:03 23 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Şandeya HDK, DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya serdan û civînên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de, li Hewlêrê têkildarî peyama sedsalê ya Abdullah Ocalan û yekitiya gelê Kurd, li gel waliyê Hewlêrê civiya.
 
Îro şandeya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Hewlêrê di çarçoveya serdanên xwe de û nirxandina peyama sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” û yekitiya gelê Kurd, li gel Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw civiya.
 
Şande ji Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren û Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBPê Mûrat Sarisaç, Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan û Nûnerê DEM Partiyê yê li Hewlêrê Mûrat Şen, pêk tê.
 
Di civînê de her du aliyan bal kişandin ser girîngiya yekitiya Kurdan a di pêvajoya çareseriyê de û hate destnîşankirin ku hemû gelên herêmê dikarin di nava civakeke demokratîk de bi hev re bijîn.
 
Her wiha Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw piştgiriya xwe ya ji bo pêngava Abdullah Ocalan da destpêkirin anî ziman.
 
Ev sê rojin şandeya DEM Partî, HDK û DBPê li Hewlêrê di çarçoveya serdanên xwe de û nirxandina peyama Abdullah Ocalan bi rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvanên Hewlêrê re hevdîtinan pêk tîne û fikrên xwe bi hev re parve dikin.
 
Her wiha hat ragihandin ku şandeyê hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê temam kiriye.
 
Berî niha jî şande li Silêmaniyê jî bi gelek aliyan re civiya bû.