DEM Partiyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Edaletê da

  • 19:15 21 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî ji bo hevdîtina ji ber nexweşiya Sirri Sureyya Onder hatibû taloqkirin pêk were serî li Wezareta Edaletê da.
 
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hevdîtina ji ber nexweşiya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hatibû taloqkirin pêk were serî li Wezareta Edaletê da. 
 
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan di şandeyê de cih bigirin.