Li Mêrdîn û Şirnexê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

  • 18:00 20 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Suryanên li Mêrdîn û Şirnexê Cejna Paskalyayê pîroz kirin. 

Li Dêra Dayika Meryemê û li gundê Midehê yên navçeya Hezexê ya Şirnexê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin. Li gel siyasetmedarên DEM Partiyî, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî jî tev li bûn. 
 
Şemon Gosterîş, di pîrozbahiyê de xwest Cejna Paskalyayê li welat bibe wesîleya aştî û aramiyê û got: “Ez Cejna Paskalyayê ya tevahiya gelê Rojhilata Navîn pîroz dikim. Îro, roja zindîbûna Îsa ye. Lewma ji bo me gelek girîng û watedar e. Hêvîdarim ev cejn bibe wesîleya aramî û aştiyê.” 
 
Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez jî got: “Bi hêviya ku aştî û aramî were vî welatî. Cejna Paskalyayê li hemû gelan pîroz be.” 
 
Pîrozbahiya li gundê Midehê li dêrê hate kirin. Suryanan, hêkên boyaxkirî û şekir li ziyaretvanan belav kirin. 
 
Li gundê Hesena yê navçeya Silopiyayê jî Suryanan cejna xwe pîroz kirin. 
 
Mêrdîn
 
Suryanan, li Mêrdînê jî Cejna Paskalyayê pîroz kirin. Cemaeta Suryan a ku di saetên serê sibehê de li Dêra Kirklarê hate gel hev, ayîna Paskalyayê li dar xist. Metropolîtê Suryanên Mêrdîn-Amedê Salîba Ozmen û Serkeşîşê Dêra Kirklarê Horî Gabrîel Akyuz ayîn birêve birin. Di pîrozbahiyê de îlahiyên bi zimanên Tirkî, Erebî, Îbranîkî û Suryankî hatin xwendin. 
 
Suryanan, find vêxistin û dua kirin. Piştre jî bi kesên hatin dêrê re cejna hev pîroz kirin. 
 
DEM Partiyî jî tevli pîrozbahiyê bûn.