
Li Kobanê kevneşopiyeke civakî bi destê jinê tê parstin
- 10:15 8 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Wehîde Ebdo Hemo xwedî lî kevneşopiyeke civaka xwe derdikeve û xaniyên ji axê çêdike.
Kevneşopiyên civakê heta roja îro herî zêde bi dest û keda jinê hatine parastin. Ji van jinan yek jê jî wehîde Ebdo Hemo ya ji gundê Qorê yê Kobanê ye. Çîroka wê xwedîderketin û parastina kevneşopiyekê ye. Bi rê û rêbazên berê ji axê xaniyan lê dike.
Wehîde Ebdo Hemo ya ku ji ANF'ê re qala çêkirina xaniyên dîrokî kîr, dibêje, "Em axa hûr kom dikin da ku em xaniyan lê bikin. Ew xaniyên kevneşop ên ji pêşiyên me mane, em di wan xaniyan de mezin bûn. Ew xanî zivistanê germ û havînê jî hênikin. Hin caran jî em bi kelpîçan xaniyên xwe lê dikin. Ewil em axa xwe kom dikin, pûş dikin nava wê û ev celba rojekê dimîne. Dûre em dikin kelpîç û heta ku hişk dibe em pê xaniyan lê dikin."
'Hila wan xaniya xweş e'
Wahîde Ebdo Hemo ya ku dibêje heta bi hilma wan xaniyan jî xweş e berdewam dike: "Ez bi destê xwe wan xaniyan lê dikim û hevjînê min jî li kêleka min bi min re dibe alîkar. Ruxmî ku xaniyên min ê din hene lê dîsa jî ez ji xaniyên kevin hez dikim, dixwazim tê de bijîm. Her xaniyek bi kedê tê amadekirin. Heta hefteyekê ez dikarim xaniyekî amade bikim. Di heman demê de ez xaniyê ji lawirên xwe re jî lê dikim."