‘Em ji Werîşe Muradî fêrî berxwedaniyê bûn’

  • 14:43 16 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Gulruh Îrayî di peyamek xwe de behsa kesayeta girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî kir û got: “Werîşe yek ji wan jinan bû bi gulên rengûreng zarokên Kobanê ji êrişên DAIŞ’ê rizgar kir. Em ji Werîşe Muradî fêrî berxwedaniyê bûne.”
 
Girtiya siyasî Gulruh Îrayî ya di girtîgeha Evînê de, bi peyamekê behsa nasîbûna xwe ya li gel girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî kir.
 
'Zarokên kobanê ji êrîşan rizgar kir'
 
Gulruh Îrayî di peyama xwe de dibêje: “Werîşe Muradî yek ji wan jinan bû ku bi gulên rengûreng zarokên Kobanî ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiriye. Werîşe rojên xwe bi dirûşma ‘Ey jiyan yan ez gel te najîm, yanjî ezê te bi azadiyê bixemilînim’ dest pê dike.
 
Her wiha Gulruh Îrayî di peyama xwe de gotiye ku ew ji Werîşe Muradî fêrî berxwedan û parastinê bûne.
 
Di beşek din a peyama xwe de Gulruh Îrayî diyar kiriye ku Werîşe Muradî piştî pênc mehan di hucreya takekesî de maye, ev derbasî beşa jinan a girtîgeha Evînê hatiye kirin.
 
Hêjayî gotinêye ku Werîşe Mûradî 1’ê Adara 2023’an li Sine hate binçavkirin. Cezayê darvekirinê ya Werîşe Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.