
Berxwedana li Tişrînê dewam dike
- 18:31 27 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxayê ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibin, berê xwe dane Bendava Tişrînê. Berxwedana li Tişrînê heta vê gavê jî dewam dike.
Bi dehan şêniyên ji bajarên Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê yên kantona Cizîrê ku li qadên giştî hatin gel hev, ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibin, bi moreleke bilind ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin. Şêniyên hersê bajaran nobeta parastina bendavê ji şêniyên Hesekê, Şedadê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê dewr girtin. Ji 8'ê Çileya 2025'an gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û komên paralîmîter ên girêdayî Tirkiyeyê çalakiya nobetê bi rêxistin dikin.