Bi armanca parastina çandê cil û bergan didirûn

  • 09:02 3 Sibat 2025
  • Rojane
WAN - Kooperatîfa Jinan a Evîn a li Wanê hat avakirin, ji bo jinan qada îstîhdamê ava dike û li aliyê din jî ji bo parastina cil û bergên herêmî bi têkoşînê didome. Rêvebera koperatîfê Yildiz Çetîn diyar kir ku jin bi hevgirtinê wê ji bin hemû zor û zehmetiyan rabin.
 
Ji bo bidestxistina aboriyê û tevlibûna jiyana civakî ya jinan rola kooperatîfbûnê mezin e. Kooperatîfên jinan ji bo jinan qada îstîhdamê diafirînin û tevli qada jiyana civakî dibin.
 
Li Wanê di 2015’an de Kooperatîfa Jinan a Xwasor hat avakirin û îmze avêt gelek xebatan. Di bin banê kooperatîfê de, sebze hatin çandin, tirşî hatin çêkirin, xwarinên herêmî hatin çêkirin. Lê di 2016’an de bi tayînkirina qeyûman re kooperatîf hat girtin.
 
Kooperatîfa Jinan a Evîn du sal berê bi armanca zindîkirina qada hilberîna jinan, hat avakirin. Rêvebera kooperatîfê Yildiz Çetîn der barê mijarê de axivî.
 
‘Krîza aborî bandorek mezin li ser mirovan kiriye’
 
Yildiz Çetîn da zanîn ku tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û wiha got: “Li welat qetilkirina jinan her diçe zêde dibe. Pêşî li van qetilkirinan nayê girtin. Ev pirsgirêkek cidîye. Peymana Stenbolê du sal berê hat betalkirin û piştî vê tundî jî zêde bû. Rola li jinan tê danîn; li malê rûniştin, li mutbexê xebat, li zarokan nêrîn û li dijî tundiyê deng nederxistin e. Lê em li dijî vê têdikoşin. Em ji bo nûneriya wekhev têdikoşin. Krîza aborî bandorek mezin li ser mirovan kiriye. Dema li malê xwarin tunebe muxatabê zarokan dayik in. Wek ku berpirsê hemû pirsgirêkan jin in, hesab ji jinan tê pirsîn.”
 
‘Dikarin bi ser kevin’
 
Yildiz Çetîn da zanîn ku di qadên jiyanê de qadên îstîhdamê neyên avakirin nikare pêşî li tundiyê jî bê girtin û wiha dirêjî dayê: “Niha di rêveberiyên herêmî de der barê jinan de xebatên cidî tên meşandin. Em dibêjin li dijî van tiştên tên jiyîn em jinan tenê nahêlin. Em dibêjin ku jin dikarin bi ser kevin. Divê qadên îstîhdama jinê bên berfirehkirin. Ez bang li hemû jinan dikim; Bawer bikin ku hûn dikarin ji bin hemû zor û zehmetiyan derkevin. Bixwe bawer bin, hûn dikarin bi ser kevin.”
 
‘Me di 2015’an de Kooperatîfa Jinan a Xwasor ava kir’
 
Yildiz Çetîn balkişand ser girîngiya kooperatîfa jinan û wiha berdewam kir: “Jin tiştekî nekin jî bila kooperatîfan ava bikin û xebatên xwe bimeşînin. Me di 2015’an de kooperatîfa jinan Xwasor ava kir. Di vê kooperatîfê de 60 jin hatin îstîhdamkirin. Xebatên cidî hatin meşandin. Lê bi qeyûman re kooperatîf hat girtin. Jin mexdûr bûn. Em niha li Kooperatîfa Jinan a Evîn xebatan didomînin. Yekane armanca me ev e ku em jin destên xwe bidin hev û piştgiriyê bidin hev. Em jin hêza xwe bikin yek. Em jin ji rolên ku li me hatine ferzkirin derkevin derve.”
 
Me dest bi çêkirina erîşte kir
 
Yildiz Çetîn wiha dawî li axaftin xwe anî: “Kooperatîfa me zêdetir di alî tekstîlê de faliyetan dimeşîne. Niha em erîşte çêdikin. Di demê pêş de em ê nanê tenik çêbikin. Lê bi giranî em cil û bergên kurdî didirûn. Ji bo çanda me winda nebe em dixebitin.”