'Polîtîkayên şer ên taybet xizaniya jinan mezin dike'
- 16:22 31 Çile 2025
- Rojane
AMED - Hevseroka GABB'ê Neslîhan Şedal diyar kir ku şer, polîtîkayên şerê taybet û desteserkirina şaredariyan xizaniya jinan zêde dike.
Bi pêşengiya Midûriyeta Jinê ya Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyê (GABB) li gel şaredariyên Sûr û Rezanê li Amedê li ser asta xizaniya jinê û pêşniyarên çareseriyê detayên lêkolînekê hate eşkerekirin. Civîna çapemeniyê li Navenda Kongreyê û Çandê ya Çanda Amedê hate lidarxistin û li gel Hevseroka GABB'ê û Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal gelek jinên hevserokên şaredariyên navçeyan tevlî bûn.
Di lêkolînê de hate ragihandin ku li Sûr û Rezanê li 31 taxan hevdîtina rû bi rû bi hezar û 866 jinan ên di ser 18 salî re hate kirin.
Neslîhan Şedal anî ziman ku polîtîkaya xizaniyê bi zanebûn tê meşandin û got, "Em zanin ku ev pirsgirêk bi destê desthilatdariyê tê kûrkirin. Eger ev pirsgirêk bi rengekî polîtîk tê afirandin, wê demê divê li dijî vê jî xeteke têkoşînê ya polîtîk bê afirandin. Me meseleya xizaniyê ji roja destpêkê ve xistin rojeva xwe."
Neslîhan Şedal diyar kir ku pêvajoyên şer, polîtîkayên şerê taybet û desteserkirina şaredariyan xizaniya jinan zêde dike.
Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol jî anî ziman ku tinekirin li ser keda jinê tê ferzkirin û got, "Li Sûrê em li dijî tinehesibandina keda jinê têdikoşin. Em dikarin vî karî weke karê xweparastinê jî pênase bikin."
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz jî ragihand ku li Rezanê polîtîkaya şerê taybet bi giranî tê meşandin û got, bi siyaseta qeyûman qadên jinan ji nedîtî ve tên.