Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî

  • 14:11 31 Çile 2025
  • Rojane
 
 
EDENE - HDK’ê "Ji bo aştiyê mîlyonek îmze" kampanya da destpêkirin û endamê HDK’ê Ramazan Şanci xwest ku hemû kes ji bo aştiyê rol bigire û bi hev re aştiyê pêk bînin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Milyonek îmze ji bo aştiyê" de ku Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 16'ê Çileyê de da destpêkirin, li Edeneyê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li avahiya Şaxê Edeneyê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk hat û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn.
 
Endamê HDK’ê Ramazan Şanci got ku şerên li Rojhilata Navîn dibe sedema krîzên aborî, mirovahî û ekolojîk. Ramazan Şanci da zanîn ku nemaze di mijara pirsgirêka kurd de polîtîkayên tundiyê tên meşandin û ev jî neçareseriyê mezintir dike. Ramazan Şanci diyar kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê li hemberî kurdan nîn e, her wiha li hemberî modela rêveberiya aştî û demokrasiyê ye.
 
Ramazan Şanci bal kişand ser kampanyaya ku HDK’ê daye destpêkirin, banga têkoşîna hevpar kir û wiha got: “Em bang li hemû parazvanên aştiyê dikin û dibêjin werin em hemû bibin parçeyek têkoşînê, em bi hev re wekheviya gelan, xwîşk û biratiyê û aştiyê ava bikin. Tenê pêwîstiya heremê bi aştiyê nîn e, her wiha pêwîstiya hemû mirovahiyê bi aştiyê heye. Divê dengê aştiyê sînoran derbas bike û li hemû cîhanê deng vede.”
 
Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî diyar kirin ku piştgiriyê didin kampanyaya "Milyonek îmze ji bo aştiyê" û hat gotin ku divê aştiya civakî pêk were û heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ne mimkun e aştî pêk were.