Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin

  • 13:52 31 Çile 2025
  • Rojane
 
AMED - Şîna endama YJA Starê Zehra Sebat ku di 7’ê Cotmeha 2024’an de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Endama YJA Starê Zehra Sebat (Rojda Azad) di 7’ê Cotmeha 2024’an de li qada Xakûrkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Zehra Sebatê li Mala Şînê ya Ben û Senê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê şîn hate danîn. Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin. Endam û rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û gelek welatî bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin (MEBYA-DER) bi girseyî çûn serdana şîna Zehra Sebatê. Di şînê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç sersaxî ji bo malbata Zehra Sebatê xwest. Mehmet Emîn Kiliç, bang li gelan û kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd berpirsyartiyê li xwe bigirin. 
 
Serdan, piştî duayan bi dawî bû.