Nobeta li dijî qeyûman: Em serî natewînin
- 19:50 27 Çile 2025
- Rojane
ÊLIH – Hevseroka Giştî ya Şaxa Êlihê Narîn Erol a di çalakiya nobedê ya li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê bûye de axivî, diyar kir ku ew ê li hemberî qûyûm û komkujiya karkeran serî netewînin.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Giştî (General-Îş) Şaxa Êlihê ji roja ku qeyûm hatine tayînkirin û vir ve li dijî derxistina 79 karkeran nobedê digire. Di çalakiya nobetê ya li ber avahiya şaxê de pankarta li ser navên kesên ku ji kar hatin avêtin û pankarta "Em li hemberî qetlîama li dij karkerên li şaredariyê nobetê digirin" hatin vekirin.
Hevşaredarê Êlîhê Yeşîl Işik, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Rêxistinên bajarê Êlîhê, Karkerên Êlihê û Platforma Demokrasiyê tevli çalakiyê bûn.
Hevseroka Giştî ya Şaxa Êlihê Narîn Erol li vir axivî û diyar kir ku ji roja qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin û vir ve karker bi awayekî nehiqûqî ji kar hatine derxistin û got, ew ê serî li ber qetlîama li dij karkeran netewînin.