TJK-F’yê banga tevlîbûna çalakiyan kir

  • 13:13 20 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-F, banga tevlîbûna çalakiyên ku dê li Parîs, Marsîlya, Strasboûrg, Reîms û Bordeaûxê bê lidarxistin kir û got: "Pir zelal e ku ev êriş ne tenê li dijî destketiyên li Rojava, li dijî tevahî gelê Kurd û bi taybetî şoreşa jinê tê kirin. Roj roja xwedîderketina li Rojava û destketiyên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ye."
 
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F)  bi daxuyaniyeke nivîskî di serî de bang jinan hemû gel û dostên Kurd ên welatparêz kir ku ji bo parastina Rojava di 25 û 26'ê Çileyê de li gelek bajarên Fransayê dakevin qadan. 
 
TJK-F’yê di daxuyaniyê de wiha got: 
 
"Ev demeke dirêj e li derdora Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin. Dewleta Tirk a faşîst li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava, li pêş çavên tevahiya cîhanê sivîl, jin, ciwan û şervanên ji bo xaka xwe şer dikin, hedef digire û qetil dike. Li dijî xakên ku gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen û Ermenî bi hev re lê dijîn, bi awayekî dijminane êriş dike.
 
Felsefeya Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Reber Apo ve hatiye pêş xistin, ji bo gelên Sûriyeyê yên rastî komkujiyên rejîma Esad û DAÎŞ’ê hatine, bûye mînaka şert û mercên jiyana aştiyane û destnîşan kir ku tê xwestin felsefeya jiyana hevpar bê fetisandin.
 
Cîhan li pêşberî van êrişan bêdengiya xwe diparêz. Rêgezên şer tine dihesibînin û bêyî navber dibistan, nexweşxane, cihên îbadetê, ambar, depoyên avê û bendavan bombebaran dikin. Bêdengiya heyî rê li ber êrîşên mezintir vedike. Weke Tevgera Jinên Kurd a Fransayê TJK-F’yê em bang li dewletên Ewropayê dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê helwestê nîşan bidin. Divê bê zanîn em û gelê Kurd ê welatparêz ê li Ewropa dijîn li ku derê bin, em ê li dijî faşîzmê ya ku destketiyên gelê Kurd hedef digire di nav berxwedaneke domdar de bin!
 
Pir zelal e ku ev êriş ne tenê li dijî destketiyên li Rojava, li dijî tevahî gelê Kurd û bi taybetî şoreşa jinê tê kirin. Roj roja xwedîderketina li Rojava û destketiyên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ew roj e ku divê jin û ciwan bi berxwedanê rabin ser piyan.
 
Di serî de em bang li jinan, hemû gelê Kurd ê welatparêz û dostên wan dikin ku bi ruhê seferberiya Kobanê beşdarî çalakiyên 25 û 26'ê Çileyê bibin û destketiyan biparêzin û piştgiriya bi gelê Rojava re nîşan bidin."