Nobedarên Akdenîzê peyama domandina berxwedanê dan
- 10:59 20 Çile 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Kesên beşdarî çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Akdenîzê bûn, diyar kirin ku ew li dijî mekanîzmaya dewletê ya bi polîtîkayên qeyûman ên ji aliyê dewletê ve tên meşandin, li ber xwe didin.
Di serdegirtinan de Hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz ên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hikmet Bakirhan, Neslihan Oruç û Yakup Daniş hatin binçavkirin. Piştî îfadeyê hevserok û 3 endamên meclîsa şaredariyê hatin girtin. Endamê meclîsa şaredariyê Yakup Daniş jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Piştî biryara girtinê yekser Wezareta Karên Hundir ragihand ku qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin. Welatiyan jî di 10'ê Çile de li dijî desteserkirina îrade û girtinan li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Welatiyên ku serê sibê hatin ber şaredariyê heta saetên êvarê bi dirûşm, tilîlî, axaftin û çalakiya rûniştinê nobeda xwe didomînin.
Kesên beşdarî nobedê bûn ji JINNEWS'ê re axivîn.
'Em ji bo şaredariya xwe li vir in'
Hacîre Şahîn: Dijminatiya kurdan dikin. Her ku diçe kurd ji xwe re cihekî ava bikin, wê Tayyîp jî here wê bişewitîne. Ji kurdan hez nakin, dijminatiya wan heye. Qeyûm tayînê şaredariya me kirin. Diz di hundir de ne. Em ji bo şaredariya xwe li vir in. Heta ku em şaredariya xwe negirin em ji vir dernakevin.
'Ji bo me rûniştin tune'
Zeynep Alagaş: Em wek Dayikên Aştiyê ji roja ewil ve li vir in. Hevşaredarên me çi kirin? Wan tiştek nekir. Heta ku şaredariya xwe û hevalên me yên girtî bên berdan em ê li vir bisekinin. Ji bo me rûniştin tune. Ez ji vir bang li her kesî dikim; Li kolanan, li taxan û li ber şaredariyê şer dikin. Heta ku em dizan ji şaredariyê dernexin em ji vir dernakevin. Bila nefikirin ku em westiyane. Em ne westiyan ne jî ditirsin. Em ê heta dawiyê berdewam bikin.
'Em her tim li pişt wan in'
Fatma Yilmaz: Em heta niha li vir bûn. Ger hewce bike em ê bi salan li vir bin. Em ê ji bo pêşeroja serokên xwe, xwe û zarokên xwe vê zilm û zordariyê qebûl nekin. Bila gelê Kurd çavên xwe veke û şiyar bibe. Divê vê zilmê qebûl neke. Filistîn bi nav û deng e, lê zilma ku li me tê kirin li Filistînê tune. Rewşa me ji Filistînê xerabtir e. Em ne ji bo qezencê li vir in. Em aştiyê dixwazin. Li Parka Zarokan a Ozgurê zilm li me kirin. Me xwest heta şaredariyê bimeşin, lê em asteng kirin. Îşkence li me hemûyan kirin. Ciwanên me binçav kirin. Wan çi kir? Tiştê ku mafê wan e dixwazin. Heta girtî neyên berdan em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em her tim li pişt wan in.
'Dewlet li dijî mekanîzmaya xwe ye'
Zerîfe Genç: Dewlet bi vî rengî nayên birêvebirin. Gel di 31’ê Adarê de biryara xwe da. Em li bendê ne ku rêz ji îrade re bê girtin. Em bêhurmetiya li hemberî vê îradeyê qebûl nakin. Çima hilbijartin hene? Ger ku bi vî rengî bi wan re were kirin, divê ew hilbijêrin. Em niha bi pergaleke ku ne tenê îradeya gelên Akdenîzê, dewlet jî rewabûna xwe dipirse re rû bi rû ne. Dewlt li dijî mekanîsmaya xwe ye.