
‘Jin bi şerekî taybet rû bi rû dimînin’
- 09:07 26 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtora servîsa Erebî ya ajansa NÛJINHA'yê Malva Mihemed bal bir ser zehmetiyên jinên li Rojhilata Navîn dikşînin û wiha got:” Di vê serdemê de li Rojhilata Navîn jin bi şerekî taybet rû bi rû dimînin. Ev şerê cîhanê yê sêyemîn e û ne tenê şerekî leşkerî ye. Ev şerekî taybet ê li dijî jinan e. Ji ber dewletên desthilatdar dizanin jin esasê civakê ne.”
Edîtora servîsa Erebî ya ajansa NÛJINHA'yê Malva Mihemed bal bir ser zehmetiyên jinên li Rojhilata Navîn pê rû bi rû dimînin. Her wiha qala bandora zihniyeta baviksalarî û têkoşîna jinan a li dijî vê yekê kir. Malva Mihemed da zanîn divê jin li dijî êriş û tundiyê yek bin û wiha got:” Divê em tenê nesekinin û nebêjin tiştên me girtine dest bes in. Na ne bes in. Şoreşa Jin Jiyan Azadî divê dewam bike û em daxwaza mafên xwe bikin. Divê jin çalaktir bin.”
‘Jin bi şerekî taybet rû bi rû dimînin’
Malva Mihemed bi lêv kir ku şerê li dijî jinan her tim taybet hatiye meşandin û wiha got:”Di vê serdemê de li Rojhilata Navîn jin bi şerekî taybet rû bi rû dimînin. Ev şerê cîhanê yê sêyemîn e û ne tenê şerekî leşkerî ye. Ev şerekî taybet ê li dijî jinan e. Ji ber dewletên desthilatdar dizanin jin esasê civakê ne. Dewletên desthilatdar gava bixwazin civakê bi bin bixin berê xwe didin jinan. Em dema li dîrokê dinêrin em dibînin çawa zext li jinan hatine kirin. Li ser rojnamegerên jin li ser ajansa JINHA’yê em dibînin çawa zext hatine kirin. Dîsa em dibînin li derên wekî Xeza, Sûdanê çawa şer tê meşandin. Tundiyek li ser jinan tê meşandin. Ev tundî tenê ne di nava malbatê de yan jî li ser medyaya dîjîtal e.”
‘Jinan jî her tim li dijî şer têkoşîn kirin’
Malva Mihemed da zanîn jinan jî her tim li berxwe dane û wiha pê de çû:”Li Sûdanê û li cihên dinê yên Rojhilata Navîn ên şer lê hene destdirêjî û tecawiz li jinan tê kirin. Dixwazin bi vî rengî jinan tune bikin û bi vê re girêdayî civakê jî tune bikin. Dîsa li ser Yemen û Xezayê sîstema birçîhiştinê hat avakirin. Di warê debarê de vê sîstemê jin xistin nava tengasiyê. Jinan jî her tim li dijî şer têkoşîn kirin. Daxwaza jinan ew bû ku şer bisekine. Jinan xwestin di Rojhilata Navîn de aştiyek were avakirin. Tevgerên jinan jî ji bo aştiyê hene. Karekî girîng dimeşînin. Li Iraqê jî jinan li berxwe dan. Dema zagona 188 derket jinan li dijî vêya çalakî li dar xistin û xwe bi rêxistin kirin. Jinan gotin em vî tiştî qebûl nakin, gotin êdî bes e. Jin gihaştin rastiya ‘em jî hene’. Jinan gotin ‘divê em di nava civaka xwe de roleke girîng bilîzin. Bêyî me civak nayê meşandin û bi rêyeke rast aştî nayê avakirin, edalet nayê avakirin’.”
‘Em êşa wan ji cîhanê re ragihînin’
Malva Mihemed da zanîn ew dibin dengê jinan û wiha got:”Civakên li Rojhilata Navîn hemû hevdu temam dikin. Dema jinên li Yemen û Xezayê astengiyê bikşînin hemû jinên li Rojhilata Navîn bi vê êşê dihesin. Ji bo hedekî ji vê êşê re deynin jin li berxwe didin. Rola me ya rojnamegeran jî ew e ku em dengê hemû jinên li Rojhilata Navîn bilind bike, em êşa wan ji cîhanê re ragihînin. Loma em wekî jinên rojnameger lêkolînê jî dikin.”
‘Divê jin dengê xwe bikin yek’
Malva Mihemed bal bir ser yekîtiya jinan û wiha dewam kir:”Elbet ev jî girîng e. Divê jin di binê banê komxebatekê de werin gel hev û dengê xwe bikin yek. Divê jin bi vê yekîtiyê li dijî dewletên desthilatdar û zihniyeta baviksalarî bisekinin.”
‘Jinên rojnameger liberxwe didin’
Malva Mihemed da zanîn jinên rojnameger jî zehmetiyan dibînin lê dîsa jî li berxwe didin û wiha got:”Karê rojnamegeriyê ne hêsan e. Bi taybet ji bo jinan. Gava jin dixwazin kar bikin û dengê xwe bilind bikin sîstem li dijî wan derdikeve. Biryar û zagon ji bo dengê jinan qut bike tên derketin. Loma ajansa jinê NÛJINHA li dijî vê yekê hat tesîskirin. Cihên me li 38 welatên Rojhilata Navîn û Efrîkayê hene. Em dibin dengê jinên li Tûnis û Mexrîbê jî. Li Rojhilata Navîn desthilatdar olê derdixin pêş. Em dikarin li vir Talîban û rejîma Îranê jî mînak bidin. Vana naxwazin jin bixwînin, naxwazin civakeke xwenda derkeve pêş. Loma rojnamegerên me yên jin li van welatana jî bi taybetî pir zehmetiyê dikşînin. Ji ber zihniyeteke di nava van civakana de hatiye avakirin jin nikarin tiştekî bikin. Van sîstemana dibêjin divê jin dernekeve, serê xwe bigirin, bi kesekî xerîb re neaxivin. Jinên rojnameger ji bo biçin gel jinan û bi wan re biaxivin jî zehmetiyan dibînin. Jin ditirsin. Dibêjin gelo em biaxivin wê civak vê yekê çawa bibîne. Ev hinek zehmetiyên sereke ne.”
‘Aştî bêyî jinan nayê avakirin’
Malva Mihemed bal bir ser rola jinan a di aştiyê de û wiha got:”Ji bo aştiyê jî em dikarin wiha bibêjin; Aştî bêyî jinan nayê avakirin. Rêber Ocalan jî her tim dibêje esasa avakirina aştiyê jin e. Jin ew ê çawa vê pêvajoya heyî bi rê ve bibin, ji bo vê hewldaneke mezin divê. Fikrên me û daxwazên me jinan û çalakiyên me divê bi rengekî be. Yanî bi rengê jinê be. Daxwaza aştî û wekheviyê jî divê bi giştî be. Divê em jin bi îradeya xwe tev bigerin û em bibêjin em esas in. Heger em vê pêvajoyê nemeşînin wê tiştek jê kêm be. Ji bo em karibin mafê xwe bi dest bixin divê em bi hev re tev bigerin. Wê demê ew ê aştî jî bi ser bikeve.”
‘Divê şoreş dewam bike’
Malva Mihemed herî dawî wiha got:”Em bi hêvî ne. Lê divê em bêtir li dijî desthilatdariyan bisekinin. Em gavên mezin biavêjin û pêvajoyê xurt bikin. Divê em tenê nesekinin û nebêjin tiştên me girtine dest bes in. Na ne bes in. Şoreşa Jin Jiyan Azadî divê dewam bike û em daxwaza mafên xwe bikin. Divê jin çalaktir bin.”