Jina bi pênûsa xwe têkoşiya: Meryem Qazî
- 09:02 5 Mijdar 2024
- Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Meryem Qazî ya bi pênûsa xwe û parêzvaniya xwe ya ji bo jinan navekî girîng li dû xwe hişt mohra xwe li binê dîrokê xist. Meryemê di heman demê de ji bo mafên jinan jî têkoşîn da û berî jiyana xwe ji dest bide biryara darvekirinê ya Helale Mihemed asteng kiribû.
Nivîskar Meryem Qazî bi pênûsa li dû xwe mîrateyek hiştiye. Wê li ser Helebceyê helbesta bi navê Perjîn nivîsiye û bûye dengê birîna Gelê Kurd. Du berhemên nivîskar Meryem Qazî yên bi navê ‘Hatina jor qedexeye’ û ‘Zînde be gor’ hatine çapkirin û gihiştiye ber destên xwîneran.
Nivîskar û parêzvana mafê jinan Meryem Qazî di sala 1963’an de li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe ji jiyanê re vekiriye. Keça pêşengên Komara Mihabadê Mîna Qazî û Pêşewa Qazî Mihemed ya biçûk û hêviya wan a jiyanê piştî hilweşandina Komarê ji dayik bûye.
Ew bi dayika xwe re li dijî zehmetiyên jiyanê li berxwe dide. Bi hewldana dayika xwe ya tevî hemû zehmetiyan serkeftinê, hînî rêgezên destpêka jiyanê dibe. Jiyanê bi vî rengî dihone û li dijî zilmê serê xwe radike. Di heman demê de parêzvaniya jinan kiriye. Ji wan re bûye sîwana hêvî û azadiyê. Meryem Qazî bi hewldanên xwe jina bi navê Helale Mihemed ji cezayê darvekirinê xilas kiriye. Bi sûcdariya kuştina mêrekî cezayê darvekirinê li Helale hatibû birîn, lê bi hewldanên Meryemê cezayê darvekirinê hatibû betalkirin.
Meryem Qazî bi salan bi pênûsa xwe têkoşînek mezin da û ji jinên cîhanê re bû mînak. Wê tevî hemû zordestiya zihniyeta baviksalar jî dev ji pênûsa xwe û parastina mafên jinan berneda. Her tim ji bo azadiya jinan dilê wê lê dida. Nivîskara kurd a ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî ya di 5'ê Mijdara 2018'an de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da li dû xwe berxwedanek hişt.
Meryem Qazî hem ji nivîsandinê hez dikir hem jî di televizyona Mihabadê de 7 salan xebata çapemeniyê kiriye. Ew di qada çapemeniyê de jî xwediyê kedeke giranbiha ye. Ji ber qabîliyeta xwe ya li hev anîna nivîsê di beşa nûçe û edîtoriyayê de kar dike. Vê xebatê hîn zêdetir baweriya wê ya di nivîskariyê de pêş xist û di sala 1987’an dest bi karê nivîsînê kiriye. Wê di heman demê de jî demekê jî rêveberiya encumena wêjeyî ya Mihabadê kiriye. Wê di heman demê de jî çîrok li ser rastiya Gelê Kurd nivîsandiye. Piştî komkujiya Helebceyê çîroka bi navê ‘Perjîn’ a li ser komkujiyê nivîsî û ev çîrok di kovara Sirwe de hat weşandin. Di gelek kovar û rojnameyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de nivîsên wê hatine belavkirin.
Meryemê pênûsa xwe her tim ba daye. Piştî çîroka Perjînê du berhemên Meryemê yên bi navê ‘Hatina jor qedexeye’ û ‘Zînde be gor’ hatine weşandin. Romana ‘Jiyanim xoş dewê' jî yek ji berhemên wê yên bandor li gel kiriye. Ew tenê bi nivîsandinê nemaye. Li gel nivîskariyê wergervanî jî kiriye, ji zimanê farisî berhemên wêjeyî wergerî zimanê kurdî kiriye. Yek ji xebatên wê yên wergerê jî berhema Qutbedîn Sadiq ku ji farisî wergerî zimanê Kurdî kiriye. Meryemê bi van xebatên xwe yên giranbiha navekî taybet li dû xwe hiştiye.
Meryema ku wê her tim bi van berhemên xwe yên girîng bê bibîranîn di 5'ê Mijdara 2018'an de ji ber nexweşiya pençeşêrê li paytexta Urdinê Emmanê koça dawî kir. Bi beşdariya hunermendan û welatiyên bajarê Mihabadê cenazeyê Meryem Qazî li goristana Hunermendan bi merasîmekê hat veşartin. Wê li dû xwe siya azadî û serfiraziyê ji bo jinan hişt.