‘Ez heta bijîm dest ji aştiyê bernadim’
- 09:06 6 Hezîran 2020
- Jiyan
Zeynep Durgut
AMED - Hidayet Ar ku bi salane ji bo aştiyê têdikoşe, got tevî zor û zehmetiyan dest ji têkoşînê bernedaye û got: “Em dayik in, aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes bimire.”
Dayikên Aştiyê yên 21 sale ji bo aştiyê têdikoşin, bêguman her dem bûn hedefa dewletê. Yek ji van dayikan jî Hîdayet Ar ya 70 saliye û jiyana xwe da ser têkoşîna aştiyê.
Hîdayet li bajaroka Hevre ya Pasura Amedê hat dinê û di temenê biçûk de hat zewicandin. Hîdayet piştî zewacê têkoşîna wê ya jiyanê jî dest pê dike û got: “Dema hatim zewicandin, biçûk bûm, li kolanê hîna min ji xwe re dilîst. Hevjînê min jî ez jî, em biçûk bûn. Malbatên me biryar dabûn.”
‘Hevjînê min di bin çavan de hat qetilkirin’
Hîdayetê wiha got: “Bi hinceta hevjînê min alîkarî dide PKK’ê bi ser mala me girtin. Di salên 90’î de bi ser gund de girtin û hevjînê min birin Amedê. Îşkenceyên giran lê kirin. Hestî û diranên wî şikandibûn. 4 rojan îşkence lê kiribûn. 4 roj şûnde hat berdan. Salek şûnde dîsa hat binçavkirin û birin Farqînê. Li Farqînê hat qetilkirin. Di ser de 26 sal der bas bû. Ez bi 9 zarokên xwe re mam. Bi zora gundiyan hevjînê min bibû keya. Dema keya bû hat qetilkirin.”
‘Kurekî min li çiyê yek jî di girtîgehê de ye’
Hîdayet ku bi zarokên xwe re tenê ma, ji gund veqetiya û li Amedê bicih bû.Hîdayetê wiha berdewam kir: “ Li dijî zext û zilmê zarokên min bêdeng neman. Kurekî min di temenê biçûk de çû çiyê. 13s alan min agahî jê negirt. Kurekî min cezayê muebetê girt û 16 sale girtiye.”
Li dijî tecrîdê ket greve
Hîdayet li dijî tecrîdê dikeve grevê û wiha dibêje: “Bi pêşengiya Leyla Guven li girtîgehan greva birçîbûnê hebû. Zarokên me bi mirinê re hatibûn rû hev. Em dayik berpirs bûn. Ez jî li derve ketim grevê. Hatim avahiya HDP’ê ya Amedê. Em ketin grevê. Polîsan bi ser avahiyê de girtin. Pêlav jî di lingê min de tunebû. Em bi erdê re kaşkirin. Em xistin wesayîtan. Milê du jinan şikandin. Em 11 dayik bûn. Ligel me jinên din jî hebûn. Bi tevahî 25 heb bûn. Em birin emniyetê. Heta em birin nexweşxanê lingê min tazî bûn. Me di bin çavan de jî greva xwe berdewam kir. Em du rojan di nezaretxaneyê de man.”
‘Em ji bo aştiyê dayik in’
Hîdayetê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew bi salane ji bo aştiyê têdikoşin û got: “Em dayik in. Em êdî nizanin çi bikin, bi ku de biçin. Em dayik in, em aştiyê dixwazin. Em ji bo zarokên xwe yên girtî ji bo gelê xwe aştiyê dixwazin. Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Heta ez bijîm ez ê ji bo aştiyê têbikoşim.”