'Astengdar dikarin bibin beşeke ji jiyanê'

  • 09:18 3 Kanûn 2019
  • Jiyan
 
Roj Hozan - Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Endamên Navenda Cîhana Zarokan bal kişandin ser roja astengdaran û gotin: "Divê cîhaneke aram ji bo astengdaran were çêkirin, da ku hemû rojên me aramî bin. Mirovên astengdar ne mirovên kêm in û dikarin bibin beşek ji jiyanê." 
 
Di nava civakan de her mirovek bi xwezaya xwe dijî, lê dema ku mirov astengdar be ev civak bi çavekî kêm li wan mêze dike. Dibe gelek caran mirov rastî mirovên astengdar were yan jî di kolanan de wan bibînê, lê ya girîng mirov çiqas wan di çavê xwe de xweşik dike. Hinek mirov hene di zikê dayika xwe de astendar in û hin jî şer û zerfên zehmet li wan ferz kiriye ku wisa bibin. Ev mirovên dilpak rasta bi êşa jiyanê re dijîn, lê gelek caran tundiyeke ku bê sûcê wan têde hebe li ser wan tê meşandin. Ji bo mafê van mirovan weke mirovên normal were parastin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendên taybet ji bo wan hatine vekirin û têde ji nû de tevlîbûna wan ji bo jiyanê zindî dibe. Mirovên ku tên van navendan gelek feydeyên mezin jê dibînin bi taybet yên ku rewşa astengiya wan ne giran be. Ev kesên wiha divê mirov ji wan balder be û bi hezkirin bi wan re pêwendîdar be. Têkildarî mijarê me rewşa zarokên astengdar li navenda cîhana zarokan ya ku ji aliyê desteya jin ve hatiye vekirin û ji nêz ve şopandin.
 
'Divê mafê astengdaran were parastin'
 
Rêveberiya Navenda Cîhana Zarokan yên ku zarokên astengdar lê dimînin,  Şêrîn Elî derbarê danasîna mirovên astengdar de wiha dibêjê: "Mirovên astengdar, ew kesên ku pirsgirêka wan ya taybet heye û baldariyeke taybet ji wan re divê, da ku careke din tevlî jiyanê bibin. Em nikarin bêjin ku em mirov di bedena xwe de temamin, lê divê mafê wan weke mirovên din hebe, da ku rehet bijîn. Ev mirov dema ku hinek bi nêrîneke şaş li wan mêze dike, di hindirê xwe de diqeherin û ev yek bandoriyê li ser psîkolojiya wan jî dike."
 
'Hin malbat ji zarokên xwe şerm dikin' 
 
Di dewamiya axaftinên xwe de Şêrîn balkişand li ser zîhniyeta civakê ya ku kêm li wan mirovan mêze dike û tundiyeke bê sûc li ser wan dide meşandin û wiha domand: "Divê destpêkê malbata kesên astengdar wan qebûl bikin, da ku civak jî ji xwe şerim bike. Di bingeha rast yê malbatê pir girîng e di avakirinê de.  Caran hineke malbat ji zarokên xwe yê astengdar şerim dikin û caran jî weke barekî  giran ji bo xwe dibînin, em bi tund vê yekê qebûlnakin. Hişmendî divê  li pêş be û adet û irfên berê bidin alî. Em dikarin bêjin di vê dema niha de hindekî zîhniyet li pêş ketiye, lê ne di wê asta jorîn de ye. Erkê me ye ku em van mirovan tevlî civakê bikin û pirisgirêkên wan çareser bikin." 
 
'Dikarin bibin beşek ji jiyanê' 
 
Mamosteya zarokên astengdar yên ku ji ziman û deng ve astendarin, Leyla Mihemed ji bo rêbazê dan û sitandinê bi kesên astengdar nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Çêkirina navendeke wisa gaveke pir baş bû ji bo zarokên astengdar. Fêrbûn di bingehê de dan û sitandine. Ger mirov baş ji wan fêm bike û xwe nêzî wan bike, mirov gelek tiştên xweş dibînê. Ev mirov ne mirovên kêmin û dikarin di hin aliyên din de li pêş bin û bibin beşek ji jiyanê. Gelek mirovên astendar hene dibin zanistvan, avaker û pêşeng, lê ya girîng alîgirekî wan hebe morale wan bilind bike. Ji vê navendê gelek zarok rewşa wan pir baş bûye û tevlî dibistanên zarokên normal bûne. Hişyariye me ji bo malbatê ku van zarokan bi hezkirin himbêz bikin û moral bidin wan. Di roja cîhanî ya zarokên astengdar de em dibêjin divê cîhaneke aram ji bo van mirovan were çêkirin, da ku hemû rojên me aşîtî bin ."