Serkeftin giyana hedefe

  • 09:05 2 Kanûn 2024
  • Ji Pênûsa Jinan
"Dev jê bernede heval
 
Qet nekeve bêhêvîtî û bêmoraliyê
 
Em xurt in û pişta min li çiyayên me
 
Yên serbilind û bi heybetin
 
Bike hewar ji hemu gerdûnê re
 
Li ser rêça Sara, Rojbîn û Ronahiyan"
 
Gulî Daşçi
 
Em jî her roj di televizyon de dibînin ku tûndiya li ser jinê gihiştiye asteke çawa. Li hemberî vê tûndiyê em dibînin ku tekoşîna jinê gihiştiye asteke mezin û her roj jî ev tekoşîna bilintir dibe. Em bawer in ku wê jin bi tekoşîn û berxwedana xwe rojên reş û tarî bi dawî bînin. Bi vê münasebete di serî de jinên Kurd û yen Afgan em jinên ku li ber xwe didin pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.
 
Îro rojeke pîroz û êvare di romana min de
 
Bêhna tîrejên rojê ketiye por û keziyên min
 
Dixwazim bireqisim û dansê bikim
 
Li ber taviyên barana pêşnîşanê
 
Ji gire hemu zîncîr û prangayên zerdestan re
 
Heta ku karibim herdu çengên xwe vekim
 
Wek teyr û çûkên baskazad bifirin
 
Li asoyan
 
Li ezmanan
 
Li dem û dewranan
 
 
Bila we pora min aku bi navê eybiyan hatî nixumandin
 
Bê şustin bi hêza bayê sozdariya doza mezin
 
Bila renge aşitiyê bide, serî hilde
 
Bila wsalet jê biriye, biherike
 
Dixwazim destekî min li germahiya têhna rojê be
 
Destekî min li kurahiya ruhê erdê be
 
Li seranserê lotkeya Gabar, Cudî û Sîpanan
 
Gaven dê bigirim tevî refên heval û hogiran
 
Roj bi roj zêdetir bibe qefila “Delîlo”
 
“Şexane” û “Semahan”
 
Bila navê serkeftinê be wek awayê xwebûnê
 
Bila navnîşana hemû mirovên pêşverû be ew awayê serxwebûnê
 
Her gava kû bavejim bi wê rê û ramanê
 
Yê zêrîn be ji bo wekheviya aslê jiyanê
 
Yê qêrîn be ji bo vexwandina her qadê û her meydanê
 
Ne qêrîna êş û janan,
 
Ne kenîna ji kul û êş ê,
 
Qêrîna ji keyf û coşê…
 
 
Ew e rastiya armanca min
 
Ew e giyana hedefa rêdûriya min!
 
 
Belbezîtank
 
Hemû per û peroşiyên azadiyê
 
Ji xwe re bibe
 
Bila ji te re bin
 
Bila yên te bin
 
Vîn, bixwebawerî û evîna rastîn…
 
Û hezkirina te!
 
Hezkirina te ya ji agirê vêjena hêviya jinê de
 
Hezkirina te ya di hêzdariya dirûşmên Viyan Soran de
 
Bila hemû bangawazî û vexwendinên tekoşînê bin
 
Bila hemû hîm û berhemên berxwedanê bin.
 
 
Bila bi israr û înat gavên te mezin bin
 
Li hember zalim û serdestan
 
Wek îrada firîna Teyrê Sîmurg
 
A ber bi bilindahiya Çiyayê Qaf ve
 
 
Eger kû min karîbûya bibim sîper (mertal)
 
Ji kedera koncalên çavên te re
 
Min ê yekser giyana canê xwe daniya ber
 
Jê re bikira çeper
 
Û veguheranda çarmedarên mîna senger
 
Min ê hemû bayên li rûyê te yê bêqusur ji dî dide
 
Xelat bikira bi diyariyên herî bi nirx
 
Ên cihana hemû mûcewheran
 
Da kû xêzîkek lê nedana
 
Û bi qasî xermîşa pêçiyên pitikekê jî zirar nedanê
 
 
Dev jê bernede heval
 
Qet nekeve bêhêvîtî û bêmoraliyê
 
Em xurt in û pişta min li çiyayên me
 
Yên serbilind û bi heybetin
 
Bike hewar ji hemu gerdûnê re
 
Li ser rêça Sara, Rojbîn û Ronahiyan
 
Ew bûn stêrkên herî geş ên li dora Roja xwe
 
Bêdudili gihiştin mirad û meqseda xwe
 
 
Çiqas sirûd û stranên me gur bin
 
Tilîlî û têkîliyên me xurt bin
 
Ji dil bin
 
Û bêtirs û xof bin
 
Em ê hewqasî zahftir bibin
 
Û zûtir bigihîjin azadiya xwe
 
 
Tam di wê keliyê de tu yê hîs bikî
 
Belbitankeke reng bi reng
 
Daniye ser spîtiya berfa dilê te
 
Êdî navê wê (belbêlîtankê) tu lê bike…
 
* Girtîgeha jinan a Amedê