Serkeftin giyana hedefe 2024-12-02 09:05:24   "Dev jê bernede heval   Qet nekeve bêhêvîtî û bêmoraliyê   Em xurt in û pişta min li çiyayên me   Yên serbilind û bi heybetin   Bike hewar ji hemu gerdûnê re   Li ser rêça Sara, Rojbîn û Ronahiyan"   Gulî Daşçi   Em jî her roj di televizyon de dibînin ku tûndiya li ser jinê gihiştiye asteke çawa. Li hemberî vê tûndiyê em dibînin ku tekoşîna jinê gihiştiye asteke mezin û her roj jî ev tekoşîna bilintir dibe. Em bawer in ku wê jin bi tekoşîn û berxwedana xwe rojên reş û tarî bi dawî bînin. Bi vê münasebete di serî de jinên Kurd û yen Afgan em jinên ku li ber xwe didin pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.   Îro rojeke pîroz û êvare di romana min de   Bêhna tîrejên rojê ketiye por û keziyên min   Dixwazim bireqisim û dansê bikim   Li ber taviyên barana pêşnîşanê   Ji gire hemu zîncîr û prangayên zerdestan re   Heta ku karibim herdu çengên xwe vekim   Wek teyr û çûkên baskazad bifirin   Li asoyan   Li ezmanan   Li dem û dewranan     Bila we pora min aku bi navê eybiyan hatî nixumandin   Bê şustin bi hêza bayê sozdariya doza mezin   Bila renge aşitiyê bide, serî hilde   Bila wsalet jê biriye, biherike   Dixwazim destekî min li germahiya têhna rojê be   Destekî min li kurahiya ruhê erdê be   Li seranserê lotkeya Gabar, Cudî û Sîpanan   Gaven dê bigirim tevî refên heval û hogiran   Roj bi roj zêdetir bibe qefila “Delîlo”   “Şexane” û “Semahan”   Bila navê serkeftinê be wek awayê xwebûnê   Bila navnîşana hemû mirovên pêşverû be ew awayê serxwebûnê   Her gava kû bavejim bi wê rê û ramanê   Yê zêrîn be ji bo wekheviya aslê jiyanê   Yê qêrîn be ji bo vexwandina her qadê û her meydanê   Ne qêrîna êş û janan,   Ne kenîna ji kul û êş ê,   Qêrîna ji keyf û coşê…     Ew e rastiya armanca min   Ew e giyana hedefa rêdûriya min!     Belbezîtank   Hemû per û peroşiyên azadiyê   Ji xwe re bibe   Bila ji te re bin   Bila yên te bin   Vîn, bixwebawerî û evîna rastîn…   Û hezkirina te!   Hezkirina te ya ji agirê vêjena hêviya jinê de   Hezkirina te ya di hêzdariya dirûşmên Viyan Soran de   Bila hemû bangawazî û vexwendinên tekoşînê bin   Bila hemû hîm û berhemên berxwedanê bin.     Bila bi israr û înat gavên te mezin bin   Li hember zalim û serdestan   Wek îrada firîna Teyrê Sîmurg   A ber bi bilindahiya Çiyayê Qaf ve     Eger kû min karîbûya bibim sîper (mertal)   Ji kedera koncalên çavên te re   Min ê yekser giyana canê xwe daniya ber   Jê re bikira çeper   Û veguheranda çarmedarên mîna senger   Min ê hemû bayên li rûyê te yê bêqusur ji dî dide   Xelat bikira bi diyariyên herî bi nirx   Ên cihana hemû mûcewheran   Da kû xêzîkek lê nedana   Û bi qasî xermîşa pêçiyên pitikekê jî zirar nedanê     Dev jê bernede heval   Qet nekeve bêhêvîtî û bêmoraliyê   Em xurt in û pişta min li çiyayên me   Yên serbilind û bi heybetin   Bike hewar ji hemu gerdûnê re   Li ser rêça Sara, Rojbîn û Ronahiyan   Ew bûn stêrkên herî geş ên li dora Roja xwe   Bêdudili gihiştin mirad û meqseda xwe     Çiqas sirûd û stranên me gur bin   Tilîlî û têkîliyên me xurt bin   Ji dil bin   Û bêtirs û xof bin   Em ê hewqasî zahftir bibin   Û zûtir bigihîjin azadiya xwe     Tam di wê keliyê de tu yê hîs bikî   Belbitankeke reng bi reng   Daniye ser spîtiya berfa dilê te   Êdî navê wê (belbêlîtankê) tu lê bike…   * Girtîgeha jinan a Amedê