Siya tecrîdê: Rizandina civakî û mirovahiya windadike
- 09:02 23 Cotmeh 2024
- Ji Pênûsa Jinan
"Divê platformên diyalog û lihevkirinê bê avakirin, divê ji aliyên cuda kes bên gel hev û aştiyê teşwîq bikin. Li dijî polîtîkayên şer, li dijî rizandinê divê seknek kolektîf bê nîşandan û civakek adîlane dikare bê avakirin."
Salîha Aydenîz
Polîtîkaya tecrîdê ya li Tirkiyeyê wijdana civakê wek eynikekê parçe kir. Parçeyên vê tecrîdê di aliyên cuda de bêdadî û ji rêderketin normal kir. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ne tenê li ser kesekî, bandor il ser hemû civakê kiriye. Bi armanca paqijkirina bîr û baweriyê û bi zextan mirov ji heqîqetê xurtin, kuştinên kiryarnediyar, qetilkirina jin û zarokan, destdirêjiya li jin û zarokan, bêhestiyariyeke civakî ya kûr afirandiye.
Mirina Narînê, hovîtiya çeteyê ku pitikan qetil dikin, jinên winda dibin, ne tenê encamên îro ne. Di vê rizandinê de divê kuştinên kiryarnediyar, normalkirina qetilkirina, pêknehatina edelatê bê dîtin. Mirov li ber çavan xerabiyê esas digirin û civak kêmaye ku têkiliya xwe ya bi heqîqetê re winda bike.
Em hîna matmayî dimînin û hêrs dibin. Ev jî hêviya me ya ku em pêşî li vê rizandinê bigirin zindî dihele. Lê divê em li koka wê binêrin em fêm bikin ku tecrîdê civak aniye kîjan nokteyê.
Ne pêkane em bêjin rizandin ji ku dest pê dike. Paşeroja Tirkiyeyê goristana komî ye. Gumanbarê hemû sûcan jî demên cda de bi rûpûşên nû ji qada siyasî dertên.
Cenazeyên pitikan di qutiyên biskuvîtan de didin malbatan û ev bêjdanî ji tiştên berê hatine kirin mînak tê girtin. Cenazeyên gerîlayan bi korgoya PTT’ê dişandin ji malbatan re . Cenazeyên zarokên kurd di bin peyarêyan de çal dikirin. Cenazeya Dayika Taybet 7 rojan li derve ma. Cenazeyên kesên bdoruman de hatin şewitandin 8 sal şûnde hatin dayîn. Ev zîhniyet îro kujerê Narîn û pitikên hatine dinê qetil dike ye. Cenazeya Cemîleyê di cemedankê de hat veşartin, dema ev hat kirin qet nehat fikirîn ku wê rizandina ahlaqî pêk bê? Cenazeya Haci Lokman Bîrlîk li pey panzerê hat kişandin. Ev titş hatin jiyîn gelo mirov ji van tiştên din re matmayî dimînin?
Dijminahiya li hember kurdan bi dewlet û civakê tiştên wisa dan kirin ku komkujiya li hember malbata Dedeogullari, hîmên ahlaqê civakê hejand û bandora vê baş nehat dîtin. Bi panzeran zarok pelçiqandin.
Rizandina ku îro em pê re hatine rû hev, encama tiştên ku me li jor vegotiye. Li şûna çareseriya demokratîk, bi rêbazên şer û polîtîkayên ewlehiyê nifşekî ji nirxên wan bêpar tê afirandin. Li şûna bikevin lêgerîna watedar a ji bo jiyanê hebûnê li ser nefretê diafirînin, rizandinê lez dikin.
Li aliyê din yên ji bo aştî û azadiyê têdikoşin, dibin hêvî. Lê dewleta zextxwir têkoşînê hedef digire û hewl dide mirovan bi rêbazên cuda bêdeng bikin. Dayikên Aştiyê yên li Sîlopiyê di bin baranê de nobet girtin û betaniyek jî nedan wan. Ev jî yek ji mînaka herî nû ye. Ev ambargo li dijî helwesta aştiyê sembolek zelale. Daxwaza dayikan panzehra rizandina civakiye.
Li dijî rizandina civakî divê perwerde û hişmendî bê zêdekirin; li ser mafê mirovan û nirxên etîk divê bê sekinandin. Divê platformên diyalog û lihevkirinê bê avakirin, divê ji aliyên cuda kes bên gel hev û aştiyê teşwîq bikin. Li dijî polîtîkayên şer, li dijî rizandinê divê seknek kolektîf bê nîşandan û civakek adîlane dikare bê avakirin.