Newroz sembola azadiyê ye

  • 09:02 15 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Ew roj roja bîst û yekê adarê bû. Ew roj bû sembola azadiya kurdan. Ji wê û vir de roja Newrozê ji bo kurdan bû cejna azadiyê. Cejna ko ew ji bin bindestiyê xelas bûn. Ji wê rojê de heta îro gelê kurd li her derê li roja bîst û yekê adarê bi kincê xwe yê gelêrî derdikevin kêf û şahiyê. 
 
Dîlan Şewqî 
 
Newroz 'yan nû roj' li ba miletên arî  û gelên kevnar  û heya  li ba gelê Misrê  ew nîşana hatina buharê ye. Gelên arî  wek kurd û ecem û îraniya û li Hindistanê û li Misrê heya niha ew li roja bîst û yekê adarê kêf û şahiyê li dar dixin. Ji ber ko  buhr di wê rojê de tê cîhanê. Li ba gelê kurd ji hezarê salan de ‘ roja bîst û yekê adarê ew ne tenê nîşana hatina buharê ye. Li ba kurdan roja Newrozê 'ew destpêka azadiyê û serhildanê ye'. 
 
Dastana ko em kurd zanin ko berî hezarê salan li ba gelê kurd ‘şahekî xwînmij û sitemkar hebû navê wî Ezdehak bû. Rojekê ev şah nexweş ket.  Ew li ser gelek bijîşkan geriya  ‘ kesekî tu çare ji nexweşiya wî re nedît. Êşa wî şahî di serê wî de bû. Yekî jê re got :
 
-Şahê min, dermanê te heye.
 
-Çiye dermanê min?
 
-Rojê tê mejiyê xortekî kurd bixwe, wê êş ji serê te here.
 
Wî şahî rojê xortekî kurd tavêt erdê. Wî dida kuştin ji bo mejiyê wî bixwe. Bi wî rengê zor û kuştinê, ew şah fêrî kuştina xortên kurdan bû . Roj li dû rojê tama xwînê ket bin zimanê şah. Wî nema karîbû raweste. Kesek nikarîbû wî ji wê riyê vegerîne. Şêwirdarê şah diketin nav eşîr û malbatên kurdan. Diçûn kîjan xortê sipehî û ciwan ji nav xelk û xwediyê wî digirtin. Ew dibirin ji şah re. Şah êdî bi kêf wî mejiyê xortê kurdan dixwar. Çiqasî xelkê zarokê xwe ji ber kuştinê direvandin, wan nikarîbû zarokên xwe  ji ber destê şahê zordarê zalim xelas bikirana . 
Xortekî kurd hebû navê wî Kawa bû. Kawayê Hesinkar bû. Kawa xortekî xurt û jêhatî bû. Kawa ji tiştekî neditirsiya. Wî bala xwe dayê ko şah ji ser gelê wî venagere. 
 
Wî didît çawa xortên derdora wî, yeko yeko dibûn qurbanî ji kêf û daxwaza şah re. Rojekê Kawa biryar sitand ko ew ê li hembrî şahê zordar bisekine. Wî Tevşo di bin kincê xwe de veşart û berê xwe da qesra şah. Kawa derbas ba şah bû û dilê wî dilê şêran bû. Ew ji tiştekî neditirsiya. Lewra ew tenê çû qesra şahê zalim. Şah li Kawa nêrî, dilê wî bijiya mejiyê Kawa. Wî ji xwe re got 'ev xortê egîd, pî û nerînên wî xurt û xweş in, laşê wî girs û li hevdu hatiye. Teqez wê niha mejiyê wî jî xweş be. Ezê îro mejiyê vî egîdê han bixum. Wê îro firavîna min gelekî xweş be'. Berî ko şah ramanê xwe temam bike Kawa Tevşo ji bin kincê xwe derxist û êrîşî şah kir. Kawa tevşo li serê şah xist û serê wî kir du felqe û got:
 
-Ne bes e ji te re ey zalim?
 
Kawa bi wî rengî şah kuşt û gelê xwe ji bin sitemkariyê rizgar kir. Kawa ji qesrê derket û berê xwe da çiya. Ew derket ser qoqê çiyayê herî bilind. Wî agirekî mezin vêxist û bang kir.
 
-Min Ezdehakê zordar kuşt. Îroj roja nû ye, îro roja jiyana me ye. Hûn azad bûn. Gelê min. Min hûn ji wî sitemkarê pîsî genî xelas kir. 
 
Ew roj roja bîst û yekê adarê bû. Ew roj bû sembola azadiya kurdan. Ji wê û vir de roja Newrozê ji bo kurdan bû cejna azadiyê. Cejna ko ew ji bin bindestiyê xelas bûn. Ji wê rojê de heta îro gelê kurd li her derê li roja bîst û yekê adarê bi kincê xwe yê gelêrî derdikevin kêf û şahiyê. 
 
Newroz bû sembola azadiyê, bû sersala gelê kurd, bû cejna gelêrî û ya neteweyî.