Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî: ATK’ê agahî veşartin

  • 17:44 15 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Endama Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, Zelîha Taşkiran di çalakiya der barê ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got ATK’ê agahî veşartine.
Di ser mirina biguman a xwendekra Zanîngeha Yuzuncu Yilê  Rojîn Kabaîş de salek derbas bû lê tevî vê aqûbeta wê nehat ronîkirin.
 
Rêxistinên jinan, xwendekarên zanîngehê, rêxistinên partiya sivîl û STO’yan li Amedê li Qada Şêx Seîd der barê ronîkirina mirina biguman a  Rojîn Kabaîş de çalakiya runiştinê pêk anîn.
Gelek kes tevli çalakiyê bûn û dirûşmeyên ‘ATK kê diparêze’, ‘Ji bo Rojînê Edalet’ berzkirin.
 
‘Rojînê intîxar nekir’
 
Hevala Rojîn Kabaîş, Cemîle Eren daxuyanî xwend û da zanîn ku Rojînê întîxar nekiriye û got: “Bêdeng nemînin. Bi bêdengiyê em parçe parçe belav dibin. Êdî bes e. Em ji bo Rojînê li virin. Em ê her tim li vir bin.”
 
‘ATK’ê agahî veşart’
 
Endama Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, Zelîha Taşkiran di çalakiya der barê ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got ATK’ê agahî veşartine û got: “Rapora otopsiyê 28 rojan hat sekinandin û bi malbat û parêzeran re parve nekirin. Di otopsiyê de DNA’yên aydê du mêran hat dîtin lê nehat tespîtirin ku aydê kê ne û li kîjan beşa beden hatine dîtin. Ev salek bû nehat aşkerakirin û hewl dan serê dosyayê bigirin.Ev saleke em Rojînê dipirsin. Me Rojîn jibîr nekir. Divê îhtîmala êrîşa zayendî bi bandor bê lêkolînkirin. Hewl didin me bêdeng bikin. lê em ê têkoşîna we bidomînin.”
 
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.