
Li Amedê her sal nêzî 100 projeyên hilweşînê dikevin dewrê
- 09:03 18 Cotmeh 2025
- Ekolojî
Rozerîn Gultekîn
AMED - Endama Komîsyona Hawirdor û Bajar a girêdayê Baroya Amedê, Yasemîn Ozaydogdu Atli der barê qirkirina ekolojîk a di serî de li Amed û Kurdistanê tê jiyîn nirxand û got: “Ji sala 2019’an heta niha her sal li Amedê bi giştî nêzî 100 heb projeyên hilweşînê dikevin dewrê. Em wek baro li dijî qirkirina ekolojiyê di têkoşînê de ne.”
Di encama polîtîkayên şer ên dewletê de li Kurdistanê qirkirina ekolojîk bi salane didome. Di heman demê de bi polîtîkaya asîmîlasyonê ya li Kurdistanê hewl didin gel ji axa wan dûr bixin bê nasname bihêlin. Di vê pêvajoya ku aştî tê axaftin de talankirina xwezayê ya li Kurdistanê didome. Endama Komîsyona Hawirdor û Bajar a girêdayê Baroya Amedê, Yasemîn Ozaydogdu Atli der barê qirkirina ekolojîk de axivî.
Yasemîn Ozaydogdu Atli daxuyakirin ku li herêma Amedê roj bi roj qirkirina ekolojîk giran dibe û di pêvajoya ku aştî tê axaftin de li hember xwezayê qirkirin hîna idodme. Yasemîn Ozaydogdu Atli wiha got: “Dixwazin me ji gund, ax û xwezaya me qut bikin û bîra me bidin jibîrkirin. Dûrketina ji xwezayê tê wateya jixwedûrketinê. Kurdistan bi salan e bûye herêma binpêker. Ewil bi pevçûnan xwezaya me hat xespkirin niha jî ji aliyê şîrketên petrol û madenê ve tê xespkirin. Li Pasûr, Licê, Pîran, Şirnex, Cûdî, Agirî, Wan û gelek deverên din binpêkirin heye. Her roj bi sedan raporên ÇED’ê tên. Ji bo projeyan divê rapora ÇED’ê ya li gorî faliyetê ye an na bê girtin. ÇED erênî be dest bi faliyetan dikin. Bêyî rapora ÇED’ê jî li kanên xîzê û petrolê lêgerînan didomînin.”
Raporê erênî yên ÇED’ê
Yasemîn Ozaydin Atli destnîşan kir ku di dozên ji bo rawestandina talana xwezayê hatine vekirin de biryarên betalkirinê nayên dayîn û raporê ÇED’ê yên erênî tên dayîn. Yasemîn Ozaydogdu Atli wiha dirêjî dayê: “Şîrketa dixwaze faliyetan bimeşîne divê rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) bigire. Dema rapor erênî yan jî neyînî encam bibe şîrket li gorî wê xebatan dimeşîne. Di vê çarçoveyê de em dikevin dewrê û dozê vedikin. Lê mixabin dadgeh biryara rawestandin û betalkirinê nadin. Xesp didome.”
Li gorî Peymanên Navneteweyî tevnagerin
Yasemîn Ozaydogdu Atli diyar kir ku tevî ku îmzeya Tirkiyeyê li bin gelek peymanên navneteweyî yên ji bo parastina xwezayê heye jî li gorî peymanan tevnagerin û wiha vegot: “Tirkiye girêdayê Peymana Berne, Peymana Parastina Hawirdorê ya Navneteweyî ya Parîsê, Peymana Parastina Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî û gelekên din e. Lê mixabin Tirkiye li gorî peyamanan tevnagere.”
‘Niha li her derê Amedê faliyetek heye’
Yasemîn Ozaydogdu Atli di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Doza me ya gundê Pirejman didome. Doza me ya der barê Kana Sifir a li Licê didome. Doza me ya gundê Çomçelî ya Çinarê didome. Doza me ya der barê Şîrketa petrolê ya li gundekî Sûrê didome. Niha li her derê Amedê faliyetek heye. Gundî xwe digihînin me, em hema dest bi têkoşînê dikin. Pêvajoya Zozanên Hesadîn heye. Tu bandora darazê tuneye. Tu bandora ku rapor hiqûqiye yan na tuneye. Şîrket tên dest bi xebatan dikin. Guh nadin raporan. Li herêma Amedê nêzî 500 projeyên hilweşînê ketine jiyanê. Her sal li amedê nêzî 100 projeyên hilweşînê dikevin dewrê. Em wek baro li dijî van di têkoşînê de ne. Ji bo vê divê gel xwe bi rêxistin bike.”