ÎKP: Yên rastî veşartine hevkarên sûc in!

  • 21:22 16 Cotmeh 2025
  • Rojane
ÎZMÎR- Platforma Jinan a Îzmîrê bi wesîleya salvegera mirina biguman a Rojîn Kabaîş  meşek pêk anî û daxuyanyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yên rastiyan vedişêrin hekarên sûc in.
 
Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) di salvegera qetilkirina Rojîn Kabaîş de çalakî  pêk anî. Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Wekhêvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayîkên Aştiyê li Qada îstasyonê ya Alsancakê heta Navenda Çandê ya Turkan Saylanê meşiyan.
 
Di çalakiyê de dovîzên “Rojîn li benda edaletê ye”, “Edalet ji bo Rojîn”, “Çi hat serê Rojîn?”, “Ji bo Rojîn bibe deng” û “Xeyalên Rojîn ên ku nîvco man li vir in” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên weke “Heq hiqûq edalet”, “Bêdeng nemîne dê dor bê te jî”, “Pergal lê dixe dewlet diparêze” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê Platformê Esra Yilmaz daxuyanî xwend.
 
Esra Yilmaz da zanîn ku salek di ser bûyerê re derbas bûye û tevî vê lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin, biryara sînorkirinê ya li ser dosyayê hîna didome, lêpirsînkirina telefona Rojîn Kabaîş hîna temam nebûye. Esra Yilmaz di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev ne tenê îhmaleke, heman demê de nîşaneya bêcezahiştinê û bêdadiya sîstematîke. Esra Yilmaz di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku yên rastiyê vedişêrin hevkarên sûc in.
 
‘Bêcezahiştin tundiyê rewa dike’
 
Esra Yilmaz dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku polîtîka bêcezahiştinê tundiya mêr zêde dike û got ev doz ne tenê dosyayek hiqûqiye, parçeyek têkoşîna heqîqet, edalet, mafê jiyana jinê ye.  Esra Yilmaz herî dawî ev daxwaz rêz kirin:
 
"*Divê gumanbar demildest bên tespîtkirin û cezakirin.
 
*Der barê kesên raorên saziya tipa Edlî amade kirine de demildest pêvajoya darazê bê destpêkirin.
 
*Der barê peywirdarên cemawerî yên delîl reşkirine û agahiyên şaş dane de lêpirsînek zelal û bandor bê meşandin.
 
*Divê biryara sînorkirina li ser dosya Rojîn Kabaîş bê rakirin, malbat, parêzer û rêxistinên jinan xwe bigihînin dosyayê.
 
*Divê pratîkên darazê yên mirinên biguman wek ‘întîxarê’ bi nav dikin bidawî bin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.