Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amadekariya şer tê kirin?

  • 09:05 8 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
Derya Ren
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka Meclîsa Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Hevîn Suleyman der barê êrîşên hikûmeta Şamê ya Demkî yên li hember Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê axivî û got: “Gelo amadekariya şerê fîzîkî tê kirin?”
 
Hikûmeta Şamê ya Demkî demên dawî de li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Halebê êrîşan pêk tîne û berxwedana gel a li dijî vê didome. Herî dawî roja borî bi şev ketina her du taxan hat giritn. Piştre hewl dan  bi tanq û wesayîtên zirxî bikevin taxê. Di Encama vê de du kesî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
 
Di encama protestoyên gel de hikûmeta Şamê şûnde gav avêt û ji taxê derket. Welatiyên taxan diyar kirin ku xetere hîna didome.
Hevseroka Meclîsa Xata Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Hevîn Suleyman der barê êrîşan de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Beriya dorpêçê pirtûk hatin belavkirin’
 
Hevîn Suleyman pêvajoya ku piştî hilweşîna rejîma Baas dest pê kiriye nirxand û got bi hatina HTŞ’ê re li Sûriyeyê guherînek cuda nehatiye kirin. Hevîn Suleyman ev tişt anî ziman: “Di alî zîhniyet, pergal û rêvebreiya welat de guherînek nehat kirin. Ligel vê daxwazên  gelnehaitn cih. Di alî ol de hewldanên radîkal û olî neqedandin. Krîz her diçe giran dibe. Krîz û kaos herî zêde di qada jinan de tê jiyîn. Beriya dorpêçê  pirtûkên ku îslama radîkal vedigot hatin belavkirin.
 
‘Ji ser nasnameyan qetilkirinan dikin’
 
Hevîn Suleyman destnîşan kir ku li Sûriyeyê cudahî dijî û ev êrîş jî ji bo gelên ji baweriyên din bê qedandin tên kirin. Hevîn Suleyman wiha anî ziman: “Tiştên tên kirin bi zanebûn tên kirin. Divê ev bê dîtin. Êrîşên tên kirin plankirîne.  Li dijî avakirina pergala demokratîke. Ji ser nasnameyan komkujî tên kirin.”
 
Balkişan ser peyama 10’ê Adarê
 
Hevîn Suleyman bi lêv kir ku perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye dikare bibe çareseriya pirsgirêkan û wiha bi lêv kir: “Tiştên tên jiyîn nîşaneya şerekî mezine. Ger li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigeriyane wê rewşek wisa nehatiba jiyîn. 1’ê Nîsanê de ji bo her du taxan hevdîtin haitn kirin. Çarçoveya vê hevdîtinê de lihev kirin. Lê em dibînin ku li gorî peymanê tevnagerin. Dewleta Tirk jî ji vê rewşê berprise. Di bicihkirina çeteyan de, perwerdekirina çeteyan a li her du taxan de destê dewleta Tirk jî heye. Piştî Peymana 10’ê Adarê me komîteya xwe av akir. Lê ji ber jin di komîteyê de cih digirin qebûl nakin.”
 
‘Amadekariya şerê fîzîkî tê kirin’
 
Hevîn Suleyman destnîşan kir ku ji bilî van her du taxan li Helebê ji aliyê HTŞ’ê ve li hember welatiyan êrîş pêk tê û wiha bidawî kir: “Li Halebê hema hema her roj çend kes tên qetilkirin. Ji ber vê gel ji hikûmeta demkî ne raziye. Berê xwe didin Herêmên Rêveberiya Xweser. Li her du taxan jî polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û li gel vê amadekariya şerê fîzîkî tê kirin. Em li dijî vê li her du taxan jî xebatan dimeşînin. Em ji bo avakirina xeta parastinê ya li dijî êrîşan hewl didin. Tişta li her du taxan tê kirin dixwazin li seranserê Sûriyeyê bikin. Di serî de Tirkiye û gelek welatên din parçeyên vê rewşê ne. Niha tiştên tên jiyîn yekser girêdayê tiştên li Bakur tên jiyînê ne. Tirkiye dixwaze li Rojava Kurdan tune bike û heman awayî dixwazin li Bakur jî wisa bikin. Ji bo Rojhilata Navîn ji vê kaos û krîzê derkeve divê guh bidin Rêber Apo. Divê em berê xwe bidin Rêber Apo.”